Serokomarê Îranê û kesên pê re di helîkoptera ketî de jiyana xwe ji dest dan

Rayedarên Îranê ragihandin ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û şanda pê re, ku di helîkoptera 19’ê Gulanê ya li eyaleta Azerbaycana Rojhilat li çiya ketibû, jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Helîkoptera ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî tê de bû, 19’ê Gulanê di saetên êvarê de li parêzgeha Azerbaycana Rojhilat ji ber şert û mercên hewayê yên dijwar li eraziyên çiyayî qeza kir. Parçeyên helîkopterê ku di nav de Wezîrê Karên Derve Huseyîn Emîr Abdullahiyan jî hebû, hatin dîtin.

Ajansa fermî ya Îranê IRNA ragihand ku helîkoptera ku Serokomar Îbrahîm Raîsî û şanda pê re tê de ye hatiye dîtin. Di dema ku medyaya dewleta Îranê ragihandibû ku di helîkopterê de ti nîşanên jiyanê nînin, rayedarên Îranê ragihandin ku Îbrahîm Reîsî û Wezîrê Derve Huseyîn Emîr Ebdullahiyan ku di helîkopterê de bû, di qezayê de jiyana xwe ji dest da.