Serokê DYA'yê Joe Biden du jin di fermandariya leşkerî de erkdar kir
Serokê Dewletên Yekbûyî Joe Biden di 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de du generalên jin di fermandariya leşkerî de erkdar kir.
Navenda Nûçeyan - Serok Joe Biden got ku wî generala Hêza Hewayî Jacqueline Van-Ofost, yekane jina di Artêşa Amerîkî de bi generalê çar stêrkî ku 'Pileya leşkerî ya herî bilind li Dewletên Yekbûyî' ye wezîfedar kir ku bibe Fermandara lojstîk ya Transcom.
Laura Richardson, generala sê stêrk, wek serfermandara Fermandariya Leşkerî ya Başûr "Southcom" ku Amerîkaya Navîn û Latînî digire, her wiha hate destnîşankirin ku dê di vê helwestê de stêrka xwe ya çaremîn bistîn e.
Heke Senatoya Amerîkayê vê erkdarkirinê erê bike, dê her du jî bibin duyemîn û sêyemîn jinên di dîroka DYA`yê de van erkan bi dest dixin.
Joe Biden di axaftina xwe ya li Qesra Spî de wiha got: "Van her du jinan kariyarên ku jêhatîbûn, duristî û hesta peywirê ya bêhempa nîşan dan. Îro Roja Jinan a Cîhanî ye û divê em destkeftiyên van her du pêşengan bibînin û binirxînin."
Rêveberiya nû ya Serok Joe Biden ji hêla cûrbecûrbûn û hebûna hejmarek mezin a jinan ve hate xuyakirin