Serokê Amarîkayê banga bidawîkirina qedexeya qanûna kurtajê kir
Di 18'ê Cotmehê de Wezareta Dadê ya Amarîkayê ji Dadgeha Bilind xwest ku qanûna ji eyaleta Teksasê derketiye û kurtajê qedexe dike, rawestîne.
Navendina Nûçeyan- Wezareta Dadê ya Emerîkayê ji Dadgeha Bilind daxwaz kir ku biryara Dadgeha îtstînafê ya pêncemîn rake.
Ev tedbîr tê wê wateyê ku dadgeh dê careke din neçar bimîne bi qanûna gengeşiyê re têbikoşe ku bi gelemperî piştî şeş hefteyan ji ducaniyê kurtajan qedexe dike.
Wezareta Dadê diyar kir ku biryara dadgeha îtstînafê ya pêncemîn bandorê li mafên destûrî yên hemwelatiyan dike hat gotin ku dadgeha bilind jî ji bo girîngiya dozên ku tên nirxandin dikare rûniştinek pêk bîne da ku argumanên her du aliyan binirxîne.
Hêjayî gotinê ye ku eyaleta Teksasê di Tebaxa borî de qanûna sînordarkirina kurtajê derxist, ku piştî hefteya şeşan a ducaniyê kurtajê qedexe dike û qanûn jinên ku dibe nizanibin ew ducanî ne di vê qonaxa destpêkê ya ducaniyê de dûr dixe. Ji ber vê qanûnê xwepêşandanên jinan û parêzvanên mafên mirovan zêde bûn.