Seroka ÎHD'ê Eren Keskîn hat binçavkirin
Seroka ÎHD'ê Eren Keskîn, li Stenbolê bi hinceta parvekirinên medyaya dîtîtal hat binçavkirin.
Navenda Nûçeyan - Hat hinbûn ku Seroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn li Balafirgeha Sabîha Gokçen a Stenbolê hatiye binçavkirin.
Eren Keskîn li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal bi nivîsa "Li Balafirgeha Sabîha Gokçen hatim binçavkirin" ragihand ku hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku Eren Keskîn ji ber parvekirinên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal kiriye hatiye binçavkirin.
Der barê parêzvana mafên mirovan Eren Keskîn de ji 100’î zêdetir dozên cezayê girtîgehê hatine vekirin.