Serlêdanên ji bo Xelatên Rojnamevaniyê yên Mûsa Anter dest pê kirin

Serlêdanên ji bo 31’emîn Xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter dest pê kirin.

Navenda Nûçeyan – Pêşbirka Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter a 31’yemîn dê bê lidarxistin. Ev pêşbirk ango xelat diyarî bîranîna Mûsa Anter û xebatkarên çapemeniyê yên li ser wezîfeya xwe şehîd bûne, tên kirin. Pêşbirk ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê birêvebirin. Ji bo pêşbirkê serlêdanan dest pê kir. Pêşbirk ji beşên wek “Nûçeyên  Tirkî”, “Nûçeyên bi Dîmen” , “Nûçeyên Kurdî”, “Wêne (Wêneyê Nûçeyê)”, “Karîkatur” û “Nûçegihaniya  Jinan” a ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz jî di nav de ji şeş beşan pêk tê.

Her beşdar dikare berhemek ango wêneyek, nûçeyek û karîkaturek beşdarî pêşbirkê bibe. Ew berhemên bên şandin dê li xwediyê wan neyê vegerandin û di rojnameyê de dikaribe bê weşandin. Serlêdana ji bo pêşbirkê ya dawî 10’ê îlonê ye û dê di 18’ê îlonê de jî serkeftiyên pêşbirkê bên aşkerekirin. Xelat dê bi merasîmeke ku di dîroka rojname aşkere bike de bidin xwediyên wan. 

Şertên beşdariya pêşbirkê 

Li gorî şertên şertnameya teknîkî ya pêşbirkê hatiye diyarkirin, her kesên van şertan pêk bînin dikarin tev li pêşbirkê bibin. Tenê endamên desteya hilbijêr (sala ku jurî ye) û xebatkarên rojnameya Yenî Yaşamê nikarin beşdarî pêşbirkê bibin. Divê berhem berê nehatibe weşandin yanî bi beşdar bi berhemê beşdarî pêşbirkek nebibe û divê piştî 10’ê îlona 2023’yan hatibe weşandin. Beşdar dikare bi nûçe, wêne û karîkaturek ku berê beşdarî pêşbirkeke din bibe û xelat nestandibe tev li vê pêşbirkê bibe. Heke ku berhemek wiha derkeve dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê were sepandin. Xelata ku werbigire dê were betalkirin. Heke beşdar xelat wergirtibe, divê li desteya pêşbirkê vegerîne. Heke beşdarek berhemek ku bişîne û berhem ne aydî wê/wî be û mudaxileyek û xapandinek li ber endamên jurî bike dê derbarê beşdar de kar û barê binpêkirinê bê sepandin.

Her beşdarên ku berhem bişîne pêşbirkê divê her şertên di şertnameyê de qebûl bike. Heke beşdarên ku li gorî van şertan tevnegerin dê li derveyî pêşbirkê bê hiştin. Heke berhem nehatibe weşandin navê berhem, cihê lê girtiye ango cihê lê xêz kiriye û dîroka wê binivisîne, heke berhem hatibe weşandin divê navê wê rojname, kovar, ajans, malpera înternetê, TV û agahiyên dîroka weşandinê û kopyek weşandinê di dosyeyê de cih bigire. 

Beşdarvan divê raborî (biyografî), navnîşana xwe (telefon) û nivîsa agahiyên derbarê berhemê de û wêneyekî xwe li dosyeya serlêdanê zêde bikin.

Formatên şandinê 

Beşdar dikarin bi berhemên xwe yên di kategoriyên wek polîtîka, ekonomî, ekolojî, perwerde, tenduristî, civak-jiyan, çand-huner û sporê de beşdarî pêşbirkê bibin. Divê di van kategoriyan de nirxê nûçeyê hebe û wisa beşdarî bikin. Heke nûçeya ku wê bişîne pêşbirkê di medya nivîskî de hatibe weşandin divê di formata PDF de bişîne, heke di medya înternetê de hatibe weşandin divê di formata Word de bişînin navnîşana e-mailê ya li jê rê hatiye nivîsandin. Berhemê di medya înternetê de hatibe weşandin divê lînka wê jî were şandin.

Beşa wêneyan 

Di quncika çepê ya jêrîn a aliyên piştê yên xebatên pêşkêşî pêşbirkê hatine kirin de wê nav û paşnavê xwediyê berhemê û navê xebatê bi etîketekê bê nivîsandin. Dema kişandina wêneyî, divê bi cih û navê nûçeyê bê diyarkirin. Di beşa wênekêşiyê de divê rehendê berheman, aliyê kurt herî kêm 2000 pîksel, di formata JPG’ê de di 300DPİ mp û di kalîteya tengkirina 12’yan de bê pêşkeşkirin. Heke desteya hilbijêr pêwîst bibîne dikare daxwaza wêneyê orjînal (Raw) bike. Wêneyên ku li ser hatine leyîstin û bi awayekî ku rastiya wî hatibe guhertin (ji bilî ronahî, reng, eyarên kontrastê) dê neyên nirxandin. Wêne di formata JPG’ê de dikarin ji navnîşana e maîla li jêr hatiye diyarkirin re bên şandin. Divê wêne ‘wêneyên nûçeyan’ bin.  

Beşa karîkatur 

Navên berhemên ji pêşbirkê re hatine şandin, wê li quncika çepê ya jêrîn a li pişt berhemê bi etîketekê bên nivîsandin. Xêzkar di teknîka ku bi kar tîne de serbest e. Lê divê berhem orjînal bin. Berhemên çapkirî yên dîjîtal, bi şertê ku bi îmzeya hunermend (îmzeya şil) bin tên qebûlkirin. Pîvanên karîkaturê divê herî kêm A4 (21 cm × 29,7 cm) û herî zêde A3 (29,7 cm x 42 cm) be û divê bi tu zemînan ve neyê kirin. Karîkatur dikarin bi formata JPG ji navnîşana e-mailê ya li jêrê hatiye diyarkirin re bên şandin.

Endamên juriyê 

Juriya Nûçeyên Tirkî û Nûçeyên bi Dîmen: Farûk Bîldîrîcî, Alî Dûran Topûz, Banû Guven, Candan Yildiz, Nezahan Dogan, Mehmet Alî Çelebî.   

Juriya Nûçeyên Kurdî: Ramazan Olçen, Nergîz Îsmaîl, Bişar Dûrgût, Hatîce Kamer, Munevver Karademîr.   

Juriya Nûçegihaniya Jinan: Arjîn Dîlek Oncel, Bîrcan Degîrmencî, Derya Ceylan, Elîf Ekîn Saltik, Gulfem Karataş.   

Juriya Wêneyan: Ramazan Ozturk, Bêrîtan Canozer, Salîh Yeşîl, Ozcan Yaman, Mûrat Baykara.

Juriya Karîkaturan: Kemal Gokhan Gurses, Ronî Batte, Erceren  

Navnîşanê serlêdanê 

Navnîşana ku berhem jê re bên şandin:   

 “e-posta: mailto:[email protected]  

Telefon: 0 212 252 83 99 Fax: 0 212 252 83 90  

Navnîşan: Taxa Şehîd Muxtar Kolana Bekar No: 7/3 Beyoglû/Stenbol