"Serkeftin wê para me be"
Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astengdaran a Kantona Kobanê Emîra Mihemed Elî di derbarê êrîşên dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistanê nirxandina xwe kir û got: "Dewleta tirk dixwaze xeyalên osmaniyan pêk bîne."
DILUCAN BOZÎ
Kobanê- Di 23'yê Nîsanê de dewleta tirk êrîşî axa Başurê Kurdistanê kir. Armanca vî şerê ewe ku tevgera azadiyê tesfiya bike û dawî li Gelê Kurd bîne. Her wiha şerê ku niha li ser axa Başurê Kurdistanê tê meşandin berdewamiya komploya navneteweyî ye. Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên li ser axa Başurê Kurdistanê, hemû çekên giran û gazê kimyewî bi kar tîne. Têkildarî êrîşên li ser axa Başurê Kurdistanê Hevseroka Komeleya Tîrêj a Astendaran a Kantona Kobanê Emîra Mihemed nêrîna xwe parve kir.
"Dîroka tirkan dîrokeke faşîzm e"
Emîra wiha behsa êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê dike: "Dewleta tirk li ser yek bingehî xwe dide avakirin û tê zanîn ku dewleta tirk bi komkujî û şer tê nasîn. Dema mirov bala xwe pêde wê bizanibe ku dîroka wan çiye û ew bi xwe kîne. Tê zanîn ku dewleta tirk li ser çi xwe dide avakirin û di destpêka avakirina tevgera azadiyê de dewleta tirk kimyesal bi kar tîne. Mînak li çiyayê Reşkê bi kimyasal gelek heval şehîd û birîndar bûn, wê demê dewleta tirk cinazeyên hevalên şehîd parçe parçe dike û dileyîze. Dîroka dewleta tirk eve wêneyên xwe bi şehîdan re derdixin û belavdikin, bi awayekî hov nêzî cinazeyên şehîd dibe. Weke ku çawa çeteyên dewleta tirk bi cinazeyê şehîd Barîn Kobanê lîst û di heman demê de deme ku bi awayekî dij mirovî siyastemedar Hevrîn Xelef qetilkirin. Ev hemû li ber çavên dewletên navnetewî tê kirin û wan jî çavên xwe kor kirine û guhê xwe ker kirine. Li Geliyê Zîlan, Kuçgirî, Agirî û komkujiya Ermeniyan ku bi destê dewleta tirk pêk hat. Her wiha Kurd û Ermenî berdan hev û şer di navber wan de qewimî. Dewleta tirk çi kir û çi nekir, bi deh milyonan kes qetilkirin gel tar û mar kirin. Ji xwe di destpêkê xwest ku bi rêka van êrîşan tevgera azadiyê tune bike, lê ev yek vala hat derxistin û hemû pilan û pirojeyên wî binketin."
"Gelê Kurd wê her tim li ber xwe bide"
Emîra diyar kir ku dewleta tirk xwest ku Gelê Kurd weke Ermeniyan bike û wiha domand: " Dema ku em dibêjin dewleta tirk hemû zagon û maf binpêkirine ev yek wê bibe, ji ber ku ev desthiladar her tim bi vî rengî êrîş dike. Ew bi tena serê xwe nikare tiştekî jî bike, lê her tim çira kes jê re vekiriye. Li ber çavên hemûyan dewleta tirk bi awayekî ber bi çav êrîş dike, bê ku tu kes hesab jê bixwaze. Îro kesên ku li çiya şer dikin ne leşgerên dewleta tirkin, ew bi xwe çete ne, ev çete jî ji Lîbya, Idlib û kesên biyanîn e, êdî pêwîste her kes bizanibe ku çeteyên Firqit Hemzat û Sultan Murad li çiya şer dikin. Dewleta tirk li Rojava pilan kir ku bi rêka çeteyên xwe hemû axa Rojava dagirbike lê ev yek bi bin ket, îro dixwaze li binkeftina xwe li serê çiyayên Kurdistanê bi ser bixe. Dewleta tirk li Lîbya, Kerebax û gelek deverên din bi binket, îro dixwaze hêrs û kîna xwe li hember axa Başurê Kurdistanê nîşan bide. Dewletên navneteweyî Erdogan wek leşgerekî di nava xwe de bi kar anîn, ji ber wê tu kes li beramberî dewleta tirk bê dengin, ji ber pilana hemûyan yeke."
"Berxwedan jiyan e"
Emîra teqez kir ku têkoşerên azadiyê tenê yek xet ji xwe re hilbijartine ew jî berxwedan e û wiha dawî li gotina xwe anî: "Ev şerê ku niha li Rojhilata Navîn tê kirin, raste dewleta tirk e lê paş perde jî dewletên navnetewîne. Ji xwe re Erdogan wek lîstok bi kar tînin û her kes li gor berjewendiyên xwe tevdigere. Yê ku îro li beramberî me şer dike NATO ye, yê ku dixwaze Kurd tune bike NATO ye. Eger NATO ne pişt dewleta tirk de be wê demê dewleta tirk bi tena serê xwe nikare tevbigere. Li hemberî ewqas şer ku li Metîna, Zap û Avaşîn dibe mixabin hikûmeta Başurê Kurdistanê bê denge. Hêviya me ewe ku gelê Başurê Kurdistanê li beramberî vî şerê qirêj rabin ser piyan û bêdeng nemînin. Şervanên serê çiya li beramberî şerê dewleta tirk tenê bi çekan li ber xwe didin, em xwediyê dîrokeke berxwedêrin, me bi Iştaran destpêkir û em ê şopa wan bidomînin. Em li peyî xeta Mezlumanin bi gotina berxwedan jiyan e. Ji bo wê jî dîrokeke tevgera azadiyê heye, eger tek kes li çiya bimîne jî wê li dijî faşizmê şer bike."