Serhildanên li bajarên Rojhilat û Îranê didomin

Ruxmê qutkirina înternetê û bêdengkirina xwepêşandêran, daneyên rast ên kesên ku hatine girtin nayên dayîn lê belê her roja diçe hejmara kesên tên girtin zêde dibe.

Navenda Nûçeyan- Piştî belavbûna nerazîbûnên li seranserî bajarên Îranê, hejmarek zêde ji xwepêşandêr, çalakvanên medenî, xwendekar û çalakvanên siyasî hatin girtin û gef li wan tê xwarin.

Li gorî nuçeyên ku di 27’ê Îlonê de hatin weşandin, hemwelatiyên xelkê bajarê Şino li Rojhilatê Kurdistanê hatine girtin her wiha sekreterê komeleya zanista pêwendiyên navdewletî yê zanîngeha Îranê Ramîn Kiyanî, xwendekara beşa karêgerî ya zanîngeha azad û xwendekara çalakger Şehriye Şemîs, xwendekara mastira zanîngeha Nîşabûrê Husen Rehad di malên xwe de hatin girtin.

Her wiha xwendekara zanîngeha Yezdê ya beşa zanistên hunerî Mehemed Pirdevav, xelkê Banê xwendekara hunerên destan a zanîngeha Tahranê Nîma Sultanî, xwedekara grafîkê ya zanîngeha hunerî ya Tebrîzê Muhsîn Nîkmaneş ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê ve li gel hejmarek zêde ya xwendekaran li seranserî zanîngehên Îranê hatin girtin.

Li gorî nûçeyên ku di nava çend rojên borî de hatin belavkirin peykertiraş Sara Senîeî li mala xwe hat girtin, li Behbehan 3 hemwelatiyên nerazîbûna xwe diyar kirin hatin girtin her wiha hejmarek ji xwepêşandarên din li bajarên Merend, Tahran, Kerec, Tebrîz, Bokan, Şino û bajarên din ên Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatin girtin.