Serhildana li Îranê 6 meh in bi daxwaza azadiyê didome
Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana ku li dijî rejîmê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” dest pê kir 6 mehan li pey xwe hişt. Gel tevî hemû zextan daxwazên xwe yên ji bo azadiyê didomîne.
Navenda Nûçeyan- Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê piştî qetilkirina Jîna Emînî serhildana ku dest pê kir, 6 mehan li dû xwe hişt. Rejîma Îranê ji bo serhildanê vemirîne serî li girtin, îşkence û riyên wekî îdamê dide lê tevî hemû zextan jî gel dest ji daxwazên xwe yên ji bo azadiyê bernade.
Rojên pênşemê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serdana goristanan veguherîn serhildanê. Kesên ku di serhildanan de jiyana xwe ji dest dane li goristanan tên bibîranîn.
Piştî serdanên goristanan çalakî hatin lidarxistin
Li bajarê Saqizê bi dehan kes çûn ser gora Jîna Emînî û dirûşmên jin jiyan azadî qîriyan. Li bajarê Sineyê jî bi sedan kes tevî dorpêça hêzên ewlehiyê jî çûn ser goristanan, kesên hatine qetilkirin bi bîr anîn. Li Kamyaran, Dîwandere, Bokan, Mahabad, Kirmaşan û çend bajarên din jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Li pêşiya girtîgeha Urmiyeyê çalakî hat lidarxistin
Li tevahiya Îranê jî, li Tahran, Kerec, Tebrîz, Esfehan û çend bajarên din gel derket kolanan û li dijî rejîmê dirûşm avêtin. Malbatên girtiyên ku cezayê darvekirinê girtine, li pêşiya girtîgehê li hev kom bûn û çalakî li dar xistin.
Hejmara kesên hatine darvekirin gihîşt 138’an
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, ragihand ku di 15 rojên destpêkê yên meha Sibatê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê 29 kes hatine darvekirin û diyar kir ku ji serê salê ve heta niha hejmarê kesên hatine darvekirin bûye 138.