Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 116’emîn de didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê despêkiribû di roja xwe ya 116’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê heta niha 4 çalakvanan darve kir.

Navenda Nûçeyan – Serhildana şoreşgerî ya gelên Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir, di roja xwe ya 116’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê ku ji destpêka serhildanê heta niha 4 çalakvanan darve kir, yek ji ciwanek Belûçê ji 4 çalakvanan mehkûmê cezayê darvekirinê kir. Her wiha Nazîla Marufyan û Leila Hosseinzadeh bi kefalet hatin berdan û Çalakvana sendîkaya mamosteyan Jîla Kheîr, Sonia Rahmanzadeh û Zohreh Jam bi awayekî demkî heta dawiya darzandine bi kefalet hatin berdan.

Ji 4 xwepêşandanan re cezayê darvekirinê hat dayîn

Hikûmeta Îranê ji bo xwepêşanderên hatine girtin bi hincetekê bi biryarên dadgehê  cezayên giran dide. Yek ji ciwanek Belûçê jî di nav de ji 4 xwepêşanderên, di doza mirinê de mehkûmê cezayê darvekirine hatin kirin.

Li gorî nûçeyên hatine belavkirin, ciwanê Belûç Kambiz Khroût ê bi hinceta şewitandina bankekê bi sûcê muharebe û gendeliya li ser rûyê erdê, mehkûmê cezayê darvekirinê hat kirin. Ev yek piştî ku xwepêşanderan diyar kirin ku banka ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl hatine şewitandin û dikana Kambiz Khroût li kêleka banka ye. Kambiz Khroût piştî ku hat girtin, bi kefalet hat berdan û careke din hat gazîkirin û mehkûmê cezayê darvekirine hat kirin.

Dîsa li Îsfahanê jî 3 xwepêşander hatin girtin mehkûmê cezayê darvekirinê hatin kirin û 5 xwepêşander jî mehkûmê 58 sal cezayê girtîgehê hatin kirin.

Salih Mîrhaşamî, Majîd Kazimî û Saeed Yaghoûdî yê sê girtiyên xwenîşandanên seranserî Îranê bi sûcdariya li Îsfehanê kuştina yek ji hêzên leşkerî yên Farajê û 2 hêzên Besîcê mehkûmê darvekirin û bi giştî 30 sal cezayê girtigehê hatin kirin. Di vê dozê de Amir Nasr Azadanî yê lîstikvanê futbolê ya Îsfehanê 26 sal û Soheîl Cîhangîrî jî mehkûmê 2 sal cezayê girtîngehê hat kirin.

Nazîla Marufyan bi kefalet hat berdan

Rojnamevan û xwendekara rojnamevanî ya zanîngeha Alameh Tabatabaî Nazîla Marûfîan, ku ji ber weşandina hevpeyvîna li gel Amjad Emînî (bavê Jîna Emînî) hatibû girtin, duh piştî nîvro bi kefalet hat berdan. Nazîla, di dema binçavkirinê de ji ber ku neçarî bi zorê îtiraf kirine hat kirin, du caran krîza dil ya sivîk derbas kir.

Tê diyarkirin ku Nazîla Marufyan roja 30’ê Cotmeha 2022’an de bi sûcê weşandina hevpeyvînên bi bavê Jîna Emînî re pêkanî, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatiye girtin. Bi du dosyayên cuda yek sewqî Şaxa 26’an a Serdozgeriya Gel û Şoreşa Tahranê û ya din jî sewqî şubeyê hatiye kirin.

Çalakvana sendîkaya mamosteyan Jîla Kheîr hat berdan

Çalakvana sendîkaya mamostayan Jîla Kheîr ku roja 22’ê Mijdarê di xwepêşandanên seranserê welat de di encama serdegirtina mala xwe ya li Kazerûnê hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Adelabad a Şîrazê hatibû kirin, bi awayekî demkî heta dawiya darzandine bi kefalet hat berdan.

Sonia Rahmanzadeh û Zohreh Jam bi kefalet hatin berdan

Nivîskara Blogê ya Tebrîzî Sonia (Sona) Rahmanzadeh 18’ê Kanûnê di xwepêşandanên seranserê welat de encama serdêgirtina mala xwe ya ji aliyê hezên ewlehiyê ve hat girtin û sewqî Girtîgeha Tebrîzê hat kirin,  bi awayekî demkî heta dawiya darizandinê û bi kefalet hat berdan.

Ji Zanîngeha Terbiat Modares a Tahranê mezûna hunerê Zohreh Jam  ku 19’ê Kanûnê di xwepêşandanên seranserê Tahranê de hatibû girtin û sewqî Girtîgeha Êvînê hatibû kirin, bi awayekî demkî heta dawiya darzandine bi kefalet hat berdan.

Heta niha derbarê sedemên girtina wan û sûcdariyên her du welatiyên Tebrîz û Tahranê tên sûcdarkirin de tu agahî nîne.