Serhildana li Îran û Rojhilat di roja 111’emîn de didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya piştî qetilkirina Jîna Emînî li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, bênavber di roja xwe ya 111’emîn de didome.

Navenda Nûçeyan – Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku piştî qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî ya 22 salî dest pê kir, di roja xwe ya 111’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê li dijî çalakvanan binçavkirin, girtin, tundî, eşkence, gef, dayîna cezayên girtîgehê, pere, darvekirin pêk tîne.

Herî kêm 16 xwepêşandar di bin çavan de bi îşkenceyê hatin qetilkirin

Duh Komîteya Şopandina Rewşa Girtiyan ragihand ku 16 xwepêşander di binçavan de hatin qetilkirin û hinek ji wan di encama îşkenceyê û hinek wan jî piştî ku bi guleya hêzên Komara Îslamî ya Îranê birîndar bûn ji ber astengkirina dermankirinê jiyana xwe ji dest dan.

Komîteyê bal kişand ser mafên bingehîn ên girtiyekî ango ewlehiya girtiyek di dema tê girtin an jî tê mehkûmkirin û navê kesên hatina qetilkirin wiha rêz kir; Ramîn Fatehî, Yousef Raîsî, Mohamad Lotfollahî, Hamed Salahshour, Shadman Ahmadî, Shahriar Adeli, Ahmed Goudarzî, Amîr Javad Asadzadeh, Heyman Aman, Esmaelî Dezvar, Omîd Hassamî, Mohammad Hajî Rasoulpour, Îliad Rahmanîpoûr, Mîlad Khoshkam, Saman Ghaderpoûr û Mehdî Eshkezar.

Greva birçîbûnê ya Elham Modarresî di roja çaremîn de ye

Elham Moderresî ya 32 salî ya wênesaza ji Saneh Karajê ye 2’yê Kanûna 2022’an di xwepêşandanên seranserê welat de li mala xwe hat girtin, tevî rewşaya fizîkî ya xerab jî roja 4’emîn a greva xwe ya birçîbûnê li Girtîgeha Kachuî derbas dike. Hevdîtinên telefonê yên bi malbata xwe re dike tên astengkirin.

Elham Moderresî ya ji 2’ê Çileyê heta niha di çalakiya greva birçîbûnê de ye, bi 14 kesên di xwepêşandanên li seranserî Îranê de hatine girtin re, li dijî kêmbûna dozan û kêmbûna alîkariya tibî çalakiyên şermezarkirinê pêk tînin. Rayedarên li Girtîgeha Kachuî ya Karajê, hewl dan greva birçîbûnê ya Elham Modarresî bi zorê dawî lê binîn û dema mijar bi muxalefetê pêşwazî kir, rastî lêdanek tund hat.

Elham Moderresî ya 32 salî ya wênesaza ji Saneh Karajê ye 2’ê Kanûna 2022’an li mala xwe hat girtin û di lêpirsîne de rastî eşkenceya fizîkî û derûnî hat û sewqî Girtîgeha Kachuî ya li bajer hat kirin. Elham Modarresî ji ber sûcên "li saziyan vandalîzm", "xerakirina nîzam û aramiya raya giştî", "teşwîqkirina mirovan a ji bo kuştinê" û "li dijî dewletê propaganda” tê darizandin.

Herî kêm 104 welatiyên Belûcî hatin girtin

Duh malpera mafên mirovan a Now Vash ragihand ku li taxên cuda yên Zahedanê ji aliyê hêzên Ewlehiyê yên Komara Îslamî ya Îranê ve herî kêm 104 welatiyên Belûcî hatine girtin.

Li gorî heman raporê, ji destpêka vê hefteyê ve û piştî meşa nerazîbûnê ya 30’ê Kanûnê roja Înê hat kirin de, li dijî hemwelatiyên Belûcî pêleke nû ya girtina mînaka wê nîn e dest pê kiriye. Bi hezaran welatiyên Belûcî meşa nerazîbûnê ya 30’ê Kanûnê, dirûşmên li dijî rejîma Îslamî ya Îranê berz kirin.

Şîlan Reşîdzade hat girtin

Roja 3’ê Çileyê çalakvana Seqizê Şîlan Reşîdzade piştî ku ji mala xwe derket ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat revandin û cihê lê tê girtin û sûcên ku çalakvana civaka sivîl bi wan tê sûcdarkirin nayên zanîn.

Tê diyarkirin ku Şîlan di çalakiyên sivîl û çiyageriyê de çalak e û di heman demê de li zanîngeha Payam-e-Noor ya Seqizê jî xwendekara muhasebê ye.

Aîda Ameedî bi kefalet hat berdan

Duh, helbestvan, nivîskar û endama encûmena sekreterên Yekitiya Nivîskarên Îranê Aîda Ameedî ku 5’ê Kanûnê di encama xwepêşandanên seranserê welat de di serdegirtina mala xwe ya ji aliyê hêzên ewlehiyê ve, deriyê mala wê hat şikandin û hat girtin, heta dawiya darizandinê bi awayekî demkî bi kefaleta 500 milyon Toman hat berdan.

"Ez bedewiya xwe li pey xwe dihêlim", "Parvebûna peyvan a têkçûyî" û "Qiyameta Silêmanî" çend ji berhemên nivîskar û helbestvan e. Her wiha hin helbestên Aîda Ameedî ji bo zimanên Kurdî, Erebî, Îtalî û Îngilîzî hatine wergerandin.