Serhildana jinan bi meşa şevê deng veda

Li Stenbolê bi hezaran jin ji bo 21’emîn meşa şevê ya femînîstan hatin ba hev. Li ruxmê astengiya polîsan jin bi dirûşme, daxuyanî, dovîz û tililiyên xwe Cîhangîrê veguherandin qada berxwedanê. Gotin ‘Em bi hêrs in, şîna me heye, em di serhildanê de ne!’

Navenda Nûçeyan- Platforma Meşa Şevê ya Femînistan a 21’em, bi boneya 8’ê Adarê roja cîhanî ya têkoşîna jinan, li Beyogluya Stenbolê ji bo meşa şevê ya femînistan şeve din Cîhangîr û Karakoy hatin ba hev. Li dijî qeymeqamiya Beyoglu ya biryara qedexeyê dirûşm û serhildana bi hezaran jinan li gelek tax û kolanan deng veda.

 Bi dirûşman dest pê kir

Li ber otoparka bi qat a li Cîhangîrê bi hezaran jin hatin ba hev, beriya meşe pankartên ‘Em bi hêrs in, şîna me heye li dijî hilweşîna kapîtalîsta patriyarkal, em di serhildana femînîst de ne’, bênavber dirûşmên ‘Hikumet îstîfa’, ‘Bijî Yekitiya Jinan’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Dirûşmên jinan di kolanan de deng veda. Jin bi tilîlî guleyan gotin ‘Helalî nabe’ benda ‘6284 pêk bîne’, ‘Em bêdeng nabin, natirsin û îtaet nakin’,  bi dovîzên ‘Dewlet li ku ye, bi jop, barîkat, gaza îsotê li hemberî jinan e.’ ‘Ger dema lale xilas biribe, wê zîhniyeta mêrsalarî jî bi dawî bibe’, ‘Hûn ê hemû werin darizandin’ bi saetan serhildana xwe anîn ziman û hewl dan ew barîkatên ji aliyê polîsan ve hatine danîn derbas bikin.

Li bajar berê niha di gelek çalakiyên jinan de mudurê emniyeta Stembolê Muhemed Hanîfî Zengîn ku her dem bi tacîzan tê naskirin li qadê bû, ev jî ji aliyê jinan ve bû sedema helwestê û bi gotina ‘Tacîzkar Hanîfî’ jî li vê derê ye helwestên xwe anîn ziman. Kiryarê tacîzî Hanîfî Zengîn li jinan vegeriya got ‘ez li vê derê me’ vê yekê jî bal kişand.

Jinên girtî hatin bibîranîn

Jinên ku li dijî hemû astengiyan hatin ba hev dirûşmên ‘Hikumet îstîfa’ berz kirin. Di çalakiya ku navê jinên hatine qetilkirin hat xwendin de bal kişandin ser polîtîkayên dewletê yên bêcezatiyê û hat gotin ku komkujiyên jinan polîtîk in. Her wiha jinên ku li dijî kiryaran parastina xwe ya cewherî pêk anîn û niha di girtîgehan de nenehatin jibîrkirin û ji bo wan jî deng hat derxistin.   

Jinan bertek nîşanî butçeya ku ji bo jin, jiyan û xezayê venaqetînin, ji şer re vediqetînin dan û bal kişandin ser îsrara polîtîkayên şer ên desthilatdariyê.

Li Karakoyê astengiya polîsan û berxwedan

Bi sedan jin li Odeya Mîmaran a Karakoyê hatin gel hev û ber bi Kolana Sanatkaran ve meşiyan. Bi sedan jin li kolana Bogazkesen hatin gel hev û hevseroka giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî tevli bû. Jinan bi pankartên ‘Em bi hêrs in, şîna me heye, em di serhildana femînst de ne’, dovîzên ‘Ne karesat e komkujî ye’, ‘em bi êş û hêrsa xwe di serhildanê de ne’, ‘Em bêdeng nabin, natirsin û îtaetê nakin’, ‘Jinên hatin qetikirin serhildana me ne’, ‘Xwedî li maf, azadî û pêşeroja xwe derbikeve.’ Bilind kirin û li vê derê rastî astengiya polîsan hatin. Jinên ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin, bi yek dengî bi çepikan bi dirûşema ‘Her der Taksîm, her der berxwedan’ astengiya polîsan şermezar kirin.

Dirûşmên jinan bi kêliyan li li cadeyê deng vedan. Jinên ku ji Karakoyê ber bi Cîhangîrê ve meşiyan, li kolana Emanetçî ji aliyê polîsan ve careke din rastî astengiyê hatin. Li vê derê jinan bi meşaleyên ku pêxistin demek dirêj li bendê man.

Ji du milav ve gihîştin hev

Jinên ku li dijî hemû astengiyan li ber xwe dan, bi çepik û dirûşman barîkatên polîsan derbas kirin û ketin Cîhangirê. Bi dirûşma ‘Hemû cih Taksîm, hemû der berxwedan’ gihîştin koma din a li Cîhangîrê. Li vê derê jinan bi yek dengî gotin ‘Polîs biqewirin ev kolan a me ye’ berz kirin.

 Endamên EKA’yê daxuyaniyê çapemeniyê da

Jinên Kedkar (EKA) hatin meydana Taksîmê û daxuyaniya çapemeniyê dan, gelek jinên ku hatin ba hev pankartên ‘Em ê ji bin kavilên kapîtalîzmê cîhaneke nû ava bikin’ bilind kirin û dirûşma ‘Bijî yekitiya jinan’ avêtin. Di heman demê de dovîzên ‘Ji berxwedana jinan re azadî’ bilind kirin li vê derê jinên EKA’yê daxuyanî da û diyar kirin ku jin her diçin xizan dibin û peyama ‘mezinkirina têkoşînê û qezenckirina azadiyê dan.

‘Hikumet Îstîfa’

Li Cîhangîrê jin bi meşaleyên rengîn, bi tilîlî û çepikan pankarta ‘Serhildana femînîst’ gerandin. Jinan li wê derê diyar kirin ku polîtîkayên zextê yên ku desthilatdar li hemberî wan didin meşandin wê serî netewînin û wê îtiat nekin û her dem dirûşma ‘Hikumet îstifa’, ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin.

Riyên ku ber bi Taksîmê ve diçin hatin girtin

Serê hemû kolanên ku ji Cîhangîrê diçin Taksîmê bi bariyerên polîsan hatin girtin. Di cade û kolanan de bi sedan polîsan derdora jinan girtibûn. Lê mayîna jinan a bi israr bi dirûşman berdewam kir û li vê derê daxuyaniyên çapemeniyê bi Kurdî û Tirkî hatin dayîn. Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê çalakvana Tevgera Jinên Azad TJA’yê Remziya Alparsal û daxuyniya bi Tirkî jî ji aliyê Ece Zelal Alma ve hat xwendin.

‘Xwestin yekitiyê krîmînalîze bikin’

Ece Zelal Alma diyar kir ku ji bo meşa şevê ya fmînîstan a 21’em li qadan in û bal kişand ku di nava 20 salan de şer, zext, e wekhevî, qeyrana aborî ku bi destên desthilatdariyê û bal kişand erdheja ku 6’ê Sibatê navenda wê Mereş bû pêk hat û ew tabloya karesatên ku di erdhejê de derketin holê, berpirsê wê desthilatdarî ye. Bajar û xweza yên ku di oxira rantê de xira kirin, bi awayên mudaxelekirina karesatê dan nîşandan ku tu girîngî nadin jiyana mirovan. Li herêmên erdhejê yên ku ji bo yekitiyê bûn serferber bi polîsan gef li qan hatin xwarin û zext pêkanîn û xwestin vê yekitiyê kriminalize bikin û mirovan berdin hev û bikin dijminê hev. Em jin di mijara ku jiyana mirovan ji neditive hatî hesiban, rêveberiya kirîza dewletê bêzar û encamên avan em baş dizanin. Tekane rêya avakirina jiyana nû têkoşîn e û soz hat dayîn ku dê jin têkoşîna xwe bidomînin.

‘Em desthilatdariya dewletê her sal di 8’ê Adarê de dizanin’

Ece Zelal Alma di berdewaniya daxuyaniyê de destnîşan kir ku polîtakayên dijminane yên desthilatê yên li dijî jinan, betalkirian Peyman Stembolê li dijî 6284 rê li ber êrşan vekirin, parastina kiryaran û barê jinan girankirine û wiha dom kir: “Em desthilatê jinan ji malbatê, girtîgehê, politakayên ku ji derveyî malbatê neyên qebûl  kirin, hedrfgirtina LGBTI+, rewa kirina zewaca temenê biçûk nas dikin. Em wan îro ew zarokên ku bê dayîk û av dana diyanete û saziyên olî nas dikin. Em dewleta mêr her sal 8’ê Adarê bi sedam polîs û TOMA yan, barîkatan hewildidin me û serhildana me asteng bikenas dikin.”

Peyama têkoşînê

Ece Zelal Alma da zanîn ku riya avakirina jiyana nû têkoşîn e û soz da ku wê têkoşîna xwe bidomînin û wiha domand: “Jin wê dest bidin hev, wê li dijî hemû tundîtûjiyan bi hev re têbikoşin û bi vî awayî ji bo jiyana bi edalet û wekhek bi hev re bixebitin. Em dest ji têkoşîna xwe ya avakirina cîhanek ya femînîst bernadin. Em bi hêrs in, em di şînê de ne û naçin tu cihan.’ Li dijî hilweşandina kapîtalîzma Patriyarlat em di serhildana feminist de ne.”

Li dijî berxwedanê êrîşa polîsan

Jinan piştî daxuyaniyê berê xwe dan barîkatên polîsan, ji bo biçin Taksîmê. Jinan got "Em natirsin, em serî natewînin" ‘Barîkatan veke’ û li barîkatên polîsan xistin.

Polîsan jî bi gaza îsotê êrîşê jinan kirin. Jinan jî bersiv dan û hin mertal û kaskên polîsan bi dest xistin. Paşê polîsan bi awayekî tund êrîş kirin û bi lêdanê gelek jin binçav kirin. Paşê bi sedan polîsan, bi mertalan jinan dorpêç kirin.

Jin hatin binçavkirin

Komek endamên Tevgera Jinên Sosyalîst, xwe gihandin Kolana Îstîklalê û li vir dest bi meşê kirin û gotin em li dijî yên ku me di bin kavilan de hiştin di serhildanê de ne, helwesta xwe nîşan dan. Piştî meşe herî kêm 5 jin hatin derbkirin û binçavkirin. Jinên ku hatin binçavkirin li wesayîdan hatin siwarkirin. Nehat hînbûn ku polîsan jinên binçavkirî birine ku derê.