‘Serhildana Jin, jiyan, azadî’ dikeve meha şeşan
Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê, tevî hemû zextan ji bo azadiyê û bi daxwaza guherîna rejîmê didomin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/02/20230211-20230211-6-ay-jpg082db6-image-jpge1b8b1-image.jpg)
Navenda Nûçeyan- Li Îranê serhildanên ku piştî Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’yan de hat qetilkirin dest pê kirin, dikevin meha şeşan. Tevî hemû zext, girtin û êrîşên rejîma Îranê jî gel dest ji daxwaza xwe bernane û çalakiyên xwe didomîne.
Daxwazên xwe yên azadiyê anîn ziman
Li Rojhilatê Kurdistanê şervanên azadiyê li Sine, Seqiz, Mahabad, Kirmanşah, Takab, Dehgolan, Ciwanro, Îlam, Urmiye, Baneh, Bûkan, Merîwan û Kamyaranê çalakiyên xwe didomîne. Gel di çalakiyan de agir vêxist û bi dirûşman dengê xwe bilind kirin.
‘Bila rejîm biguhere’
Li Sistan û Belûcistanê, Yezd, Neishabur, Meshkinshahr, Minab, Bojnord, Tahran, Karaj, Sari, Rasht, Mazandaran, Meşhed, Îza, Kûm, Kerman, Îsfahan, Tebrîz, Erdebîl, Şîraz, Ahwaz û gelek bajarên din çalakiyên protestoyî hebûn. Çalakgeran, bi dirûşman, biryargehên rejîma Basijê dan ber agir, wêneyên çalakgerên hatine qetilkirin hilgirtin û ji bo çalakiyên mezintir bang kirin. Bal hat kişandin ku dê çalakî heta hilweşîna rejîmê bidomin.