Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ didome

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadi’ di meha xwe ya 7’emîn de bê navber didome. Li Rojhilatê Kurdîstan û Îranê bi çalakiyên ku li gelek bajaran hate li darxistin banga bilindkirina serhildanê hat kirin.

Navenda Nûçeyan – Piştî qetilkirina Jina Emînî serhildanên ku bi pêşengiya jinan ya ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê destpêkir di meha xwe ya 7’emîn de didome. Li gelek bajaran gel rûxmê hemû girtin, gef xwarin û kuştinan jî kolanan naterîkinîn û li hemberî hikumeta Îranê bi dirûşim, nîvîsa li ser diwaran û bi çalakiyên cûr bi cûr nerazîbûnên xwe tînin ser ziman.

Doh şev li Kirmanşan û Şahabatê rûxmê hemû astengiyên îstîxbarat û muhafizên Îranê jî çalakvan daketin kolanan û saziyên girêdayî hikumetê şewitandin.

Banga beşdarbûna serhildanê

Li Zahîdan, Tahran, Îsfahan, Izehê û çend bajarên dîtir jî gel bi slogan, nîvîsandina diwaran û belavkirina belavokan banga tevlîbûna serhildanê kirin û diyarkirin ku heya hikumet hilneweşe wê çalakiyên xwe bidomînin.