Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di roja 127’emîn de ye

Serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya li seranserê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dest pê kir, di roja xwe ya 127 didome. Hikûmeta Îranê hewil dide bi girtin û darizandina çalakvanên jin serhîldanê bi tepisîne.

Navenda Nûçeyan -  Serhildanê gelê Rojhılatê Kurdistanê Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kir, di 127’emîn de didome. Hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê bi hinceta nebikaranîna hicabêya ferz kirî, berzkirina dirûşmeya “Jin, Jiyan, Azadî”, piştgirî dayîn an jî tevlîbûna çalakiyan û bi sûcdariyên bêbingeh bi taybetî çalakvanên jin digre û mehkûmê cezayên girtîgeh, pere û darvekirinê dike.

Soda Manarî li Erdebîlê hat girtin

Çalakvan Soda Manarî ji ber ku bê hicabê li kolan dirûşma "Jin, jiyan, azadî" berz kir, di 12’ê Mijdarê li Erdebîlê hat girtin û aqûbeta wê nayê zanîn.

Endama Komeleya Astronomî ya Îranê Parîsa Pervaneh hat girtin

Endama Komeleya Astronomî ya Îranê Parîsa Pervaneh li Meşhedê hat girtin. Parîsa Parvaneh dema amadekariya Olîmpiyatê dikir, di 23’ê Mijdarê de hat girtin û ji malbata wê re soza di demek nêzîk de were berdan hat dayîn, lê hêj girtiye û der barê rewşa wê heya niha tu agahî nîne.

Parîsa Pervaneh a ciwanek 19 salî ye, endama Komeleya Astronomî ya Îranê ye ku di heman demê de bi Kovara Astronomîk re jî kar dike û berpirsa organîzekirina dersên serhêl e.

Cezayê girtîgehê li Shîva Shabanî hat birîn

Lîstikvana şano û sînemayê Shîva Shabanî ji aliyê Şaxa 15’an a Dadgeha Şoreş a Tahranê ve bi hinceta “li dijî ewlehiya welat kombûn û lihevkirina veşartî” û “li dijî dewletê propaganda” mehkûmê 5 sal cezayê girtîgehe hat kirin.

Her wiha mehkûmê cezayên du salan derketina derveyî welat, du salan endamtiya di kategoriyên siyasî de, nivîsandina di kovar û bûyerên nîgaşî û du salan jî qedexekirina karê şano, sînema û radyoyê hat kirin.

Shîva Shabanî ku berê di destpêka meha Mijdarê de hatibû girtin, di dawiya meha Mijdarê de bi kefaletê hatibû berdan.

Du festîvalên navneteweyî yên kurtefîlman de xelata lîstikvana jin ya herî baş wergirt û salên dirêj di qada şano û sînemayê de xebitî.