Serhildana Jin Jiyan Azadî berdewam dike

Di meha 7’emîn a şoreşa gelan ya bi pêşengiya jinan dest pê kir de, li dijî Komara Îslamî ya Îranê xwepêşandanên curbicur berdewam dikin.

Navenda Nûçeyan – Di heyama heft mehên borî de, şoreşa azadiya jinê bi pêşengiya jinan li dijî Komara Îslamî ya Îranê çalakiyên xwe yên bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî domand. Şeva borî azadîxwazan dest nîşan kirin ku çalakiyên wan bi şêweyên cuda berdewam dike.

Li gorî dîmenên hatine belavkirin, xwepêşanderan li bajarên cuda yên Kurdistan, Belûçistan û Îranê dirûşmeyan berz kirin, li kolanan agir pêxistin, pankartên hikûmetê şewitandin û  dirûşmeyan ku dê têkoşîna wan heta dawiyê bidome berz kirin.

Hêzên hikûmet û Besîciyan ji bo rê li ber belavbûna xwepêşandanan bigirin, êrîşên xwe yên li ser jinan berdewam dikin û li gelek cihan gef li jinan dixwin.