Serhildana gel di meha xwe ya 6’emîn de ye

Serhildanên gel ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di meha xwe ya 6’emîn de berdewam dike. Gelê ku daket kolanan, dirûşma "Jin jiyan azadî" bilind dikin.

Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel ên piştî qetilkirina Jîna Emînî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dest pê kir di meha 6’emîn de ye.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê Sinê, Mehabad, Kirmaşan, Urmiye, Bane, Îlam û li bajarên Îranê yên wekî Tahran, Kaşan, Buşehr, Amol, Şîraz, Meşhed, Laristan, Nehavend û Îsfehanê duh danê êvarê gel li kolanan bû. Welatiyên ku daketin qadan flama, pankart aîdê hikûmetê û barergehên Basîcê dan ber agir, jehrîkirin û înfazên xwendekaran şermezar kirin û diyar kirin ku heta bi ser nekevin ew ê kolanan neterikînin.