Serena Williams vekişîna xwe ya ji Yara Valley Classic ragihand

Serena Williams a Emerîkî 5'ê sibatê ragihand ku ew ji ber birîna milê xwe ji qursa amadekar a Yara Valley Classic vedikişe.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku Serena Williams li hemberî lîstikvan Danyak Collins bi pileyên 6-2, 4-6, 10-6 bi serket vekşîna xwe ji şampiyoniyê ragihand. 
Malpera fermî ya Komeleya Jinên Pîşeyî li ser Twitter ê peyama: "Vekşîna Serena Williams ji Yara Valley Classic ji ber birîna milê wê bû” belav kir.
Serena Williams di 26'ê îlona sala 1981'an de hatiye dinê. Ew di lîstika tenîsê de pispor e û di tenîsa jinan de cihê yekem digir e. Her wiha di 6 demên cuda de li tevahiya cîhanê pileya yekemîniyê girtiye.
Serena Williams heft caran navê şampiyoniya Australiya biserxisitiye û xwedan 38 navên "Grand Slam" e.