Serdanên DEM Partî û TJA’yê li Başûrê Kurdistanê berdewam dike

Serdanên şandeya DEM Partî û TJA’yê li Başûrê Kurdistanê berdewam dikin. Divê çarçoveyê de şandeyê serdana Nermîn Osman kir.

Navenda Nûçeyan- Serdanên şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî di nav de li Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Divê çarçoveyê de şande îro li Silêmaniyê serdana çalakvana siyasî Nermîn Osman kirin. Di serdanê de behsa pêşketin, bûyer û rewşa niya Başûr û Bakurê Kurdistanê hate kirin. Her wiha behsa girîngiya azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin.

Tê payîn serdanên şandeyê yên biheman armancê dewam bikin.