Serdana Zeyneb Celaliyan ya bi malbatê re hate qedexekirin

Serdana malbatê ya girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ku 17 sal in li Îranê girtî ye, bi fermana Wezareta Enformasyonê hate qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî ya Kurd Zeynep Celaliyan ku ev 17 sal in li Îranê girtî ye û cezayê girtîgehê yê heta hetayê lê hatiye birîn, bi fermana Wezareta Enformasyonê, serdana wê ya bi malbatê re hat redkirin.

Zeynep Celaliyan ku beriya 4 salan li girtîgeha Yezdê hate bicihkirin, tenê carekê karîbû malbata xwe bibîne.

Li gorî Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, Zeynep Celaliyan destpêka hefteyê ji bo dîtina malbata xwe daxwaz kir, lê belê rayedarên girtîgehê ragihand ku bi fermana Wezareta Enformasyonê serdan hatiye qedexekirin. Malbata Celaliyan ku ji bo dîtina keça xwe ji Makû çû Yezdê bêyî ku serdanê bike vegeriya.

Hêjayî bi bîrxistinê ye Zeynep Celaliyan ku hefteya derbasbûyî rakirin nexweşxaneyê, li gel îtirazan jî dermankirina bi kelepçeyan lê hate ferzkirin, ji ber ku li dijî vê yekê derketibû, nehate dermankirin.