Sepideh Qolian hat berdan: Ez bi hêviya azadiya Îranê derketim

Sepideh Qolian a ku ji ber bejdarî çalakiya karkeran bibû 4 sal û 7 mehan di girtîgehê de ma got; ‘Ez bi hêviya azadiya Îranê derketim.’

Navenda Nûçeyan- Aktivîsta karkeran û mafê mirovan Sepideh Qolian, dûh ji girtigeha Evînê ku lê dihat girtin hat berdan. Nûçeya berdana Sepideh Qolian birayê wê li ser hesabê medyaya dijital bi parvekirina demenekê ragihand.

‘Hamaney, ey zalim emê tê bixin bin axê’

Sepideh Qolian dema ku ji girtîgehê derdikeve dirûşmeya ‘Hamaney, ey zalim emê tê bixin bin axê’ avêt û li ser hesabê xwe ya medyaya dijital ev parvekirin kir: “Piştî 4 sal û 7 mehan ez ji doza kompanya Haft Tappeh ya kamişa Şekir derketim. Vê carê ez bi hêviya azadiya Îranê derketim. Hevalên min Sepideh Kashani, Niloufar Bayani, Zahra Zatabji, Bahareh Hedayat, Jalrokh Iraei, Nahid Taqawi û di serî de hemû jinên girtî ez daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî dikim.”

Sepideh Qolian bi hêceta ku bejdarî çalakiya karkeran bûye li girtîgeha Evîn, Bushehr û Sepidar ya li Ahwaz bi giştî 4 sal û 7 meh maye. Herî dawî ji girtîgeha Evîn hate berdan.