Sepîdeh Gholîan: Bibin dengê serhildana 'Jin jiyan azadî'

Sepîdeh Gholîan ji girtîgeha ku lê dimîne nameyek nivîsand, bang li siyasetmedarên rojavayî kir û xwest bibin dengê serhildana “Jin, jiyan, azadî."

Navenda nûçeyan- Serhildana gel a ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li bajarên Îranê û Rojhilatê Kurdistanê dest pê kir berdewam dike, bi hezaran kesên ku bi hinceta beşdarî xwepêşandanan bûne hatin binçavkirin jî li girtîgehên ku tên ragirtin rastî gelek binpêkirinên mafan tên. Yek ji wan çalakvana siyasî Sepîdeh Gholîan, ji girtîgeha ku tê girtin nameyek nivîsand û bang li hemû siyasetmedar û gelê Îranê kir ku bibin dengê şoreşa "Jin jiyan azadî.”

Aktîvîsta mafên jinan Mîna Khanî piştî metna Farisî ya nameya girtiya siyasî Sepîde Golîan li parlamentoya Ewropayê xwend, bi raya giştî re parve kir. Sepîdeh Gholîan di nameya xwe de hişyarî da siyasetmedarên rojavayî ya li hember hemû cyre lihevkirinek ku bi rayedarên Îranê re bikin û wiha got: “Her cure lihevkirin û xweşdîtina zilma desthilatdariyê û riya Komara Îslamî ji derveyî riya pêkanîna edaletê ye. Dê tu carî di lêgerîna heqîqetê de nebe alîkar."

‘Divê siyasetmedarên Ewropayê piştgiriyê bidin serhildana li Îranê

Di berdewamiya nameyê de wiha hat gotin: “Divê siyasetmedarên rojavayî piştgiriyê bidin serhildana ku li Îranê didome û li cem gel rawestin. Piştevaniya 400 parlamenterên Almanî yên li parlamentoyê û eyaletên wî yên ji bo girtiyên siyasî yên Îranê hevgirtineke girîng e. We tiştek pir girîng kir û piştgirîyek pir xurt da. Ji kerema xwe re piştgiriya xwe ya ji bo girtiyên siyasî biçûk nebînin. Ev piştgirî dengê bêdengên cîhanê bû. Bibin dengê serhildana 'Jin jiyan, azadî' ya ku ji aliyê gelên Îranê ve dest pê kir. Dema ku Jîna Emînî hat qetilkirin gel rabû serhildanê lê Komara Îslamî ji bo ku xwepêşandanan bitepisîne, girtinên girseyî û cezayê darvekirinê pêk anî. Ger rejîm di vê heyamê de paşve gav navêje dê serhildana gel berdewam bike û rejîm polîtîkayên xwe yên darvekirinê bidomîne. Belûc, Kurd û Ereb di hedefê de ne û dibe ku ji aliyê rejîma Îranê bi hêsanî werin qetilkirin.”