Sepide Qolian a ku nû hat berdan bi birayê xwe re hat binçavkirin

Çalakvana mafên mirovan û kedkaran Sepîde Qolian ku duh ji Girtîgeha Êvînê hatibû berdan, tevî birayê xwe Mehdî Qolian hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan û kedkaran Sepide Qolian a ku duh piştî 4 sal û 7 mehan ji girtîgehê bi hinceta ku beşdarî xwepêşandanên karkeran bûye, ji girtîgeha Êvînê derketibû, ligel birayê xwe Mehdî Qolian careke din hat binçavkirin.

Polîsên Îranê li ser rêya Dezfulê pêşiya  Sepide Qolian girtin. Sepide Qolian tevî birayê xwe Mehdî Qolian yê bi vîdeoyê derketina wê ji girtîgehê dikşand hatin binçavkirin. Hate hînbûn ku malbata ku çûye navenda îstîxbaratê der barê zarokên xwe de agahî negirtine.

‘Hamaney, ey zalim emê tê bixin bin axê’

Dema ku Sepide Qolian ji girtîgehê derket dirûşma "Hamaney, ey zalim emê tê bixin bin axê" û li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev tişt parve kir: "Piştî 4 sal û 7 mehan ez ji doza kompanya Haft Tappeh ya kamişa Şekir derketim. Vê carê ez bi hêviya azadiya Îranê derketim. Hevalên min Sepideh Kashani, Niloufar Bayani, Zahra Zatabji, Bahareh Hedayat, Jalrokh Iraei, Nahid Taqawi û di serî de hemû jinên girtî ez daxwaza berdana hemû girtiyên siyasî dikim.”

Sepideh Qolian bi hêceta ku bejdarî çalakiya karkeran bûye li girtîgeha Evîn, Bushehr û Sepidar ya li Ahwaz bi giştî 4 sal û 7 meh maye. Herî dawî ji girtîgeha Evîn hate berdan.