Sepana 'Ev Mafê Wê ye' hişmendiyê zêde dike

Rêxistina Parastina Wekhevî û Maf a Lubnanê, dixwaze bi sepana "Ev Mafê Wê ye" cudakariya li dijî jinan ji holê rake û der barê mafên jinan de hişmendî zêde bike.

SUZAN EBU SAÎD

Beyrûd- Rêxistina Parastina Wekhevî û Maf a Lubnanê, bi armanca hin baştir xizmet bide jinan û di mijara mafên wan de hişmendiyê ava bike, li ser medyaya dîjîtal sepana “Ev Mafê Wê ye” ava kir.

Damezrînera Rêxistina Wekhevî û Maf a Lubnanê û her wiha di warê hiqûqê de xebatên navneteweyî dimeşîne Kholoud Al-Khatîb, diyar kir ku navê kurt ê rêxistinê "Dengek Hîn Zêdetir Bilindtir" e. Kholoud Al-Khatîb, diyar kir rêxistin li ser mijarên mafên mirovan ên der barê Lubnan û civaka sivîl de dixebite û wiha got: "Rêxistin, li Lubnanê bêyî cudakariya zayendî, reng û nijad bike, Filistînî, Sûriyeyî û kesên din ên hedef digre. Rêgeza me li ser esasê piştgirîkirina mafên mirovan û avakirina aştiyê hat avakirin.”

‘Aştî maf û pêşeketin sê prensîbên girêdayî hev in’

Kholoud Al-Khatîb, destnîşan kir ku aştî, maf û pêşketin sê prensîbên girêdayî hev in û wiha axaftina xwe domand: “Di civakên ku mafên mirovan nîn in de, pêşketin çênabe. Ger ji mafên mirovan re rêz neyê girtin û ev yek neyê pêşxistin dê aştî pêk neyê. Em bi van rêgezan nasnameya komeleya xwe îfade dikin. Sazî, hezên ewlehî û arteşê yên di roja me ya îro de hene, heta ku mafên mirovan bi pêş nexin, nikarin ewlehiyê pêk bînin û bi pêş bikevin. Li Lubnanê ne tenê ewlekariya leşkerî, di heman demê ji bilî ewlekariya aborî, siyasî û civakî, xurek, jîngeh, tenduristî û ewlekariya din jî heye.”

Civîna diyalogê hat lidarxistin

Kholoud Al-Khatîb, diyar kir ku hefteya borî Weqfa Mafên Mirovan bi armanca entegrebûna pergala xebatê ya hezên ewlehiyê û diyarkirina rola jinan a di aştî û ewlehiyê de civîneke diyalogê li dar xist û wiha got: “Di serî de Tirkiye gelek komele û sazî beşdarî civîna diyalogê bûn. Me di mijara Artêşa Lubnanê, Ewlekariya Kamû û Navxweyî, Wezareta Dadê, Meclisa Şûraya Dewletê, civaka sivîl û parêzeran û mafên mirovan de stratejiyeke nû weşand. Di  pergala ewlehiyê xebat tên kirin û ez bawer dikim em ê di vê pêvajoyê de serkeftî bin. Em di nava salê de, xebatên ku girîngî dide ewlehî û mafên mirovan û wekî tevgerek bingehîn edaleta avhewayê di nava xwe de dihewîne dimeşîmin. Her wiha em bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re peymana hevkariyê îmze kir.”

‘Bi armanca rêgezên tevgerê yên hêzên ewlehiyê rehberek hat amadekirin’

Kholoud Al-Khatîb, bal kişand ku rêxistinê rehberek bi navê "Parêzvanên Mafên Mirovan" amade kiriye û wiha axivî: "Rehber bi armanca quralên tevgerê yên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gorî pîvanên mafên mirovan in û ji girtinên kêfî dûr in, bi hevkariya Navenda Mafên Mirovan û Navenda Perwerdeyê hat amadekirin. Rehbera ku di yekîneya perwerdeyê ya hêzên ewlehiyê de were pejirandin, ji Weqfa Friedrich Naumann xelatek girt û bi projeya 360 Pileyê re di asta cîhanê de yekem daneşandin girt.”

‘Bi sedan kesan sepan daxistin’

Kholoud Al-Khatîb, der barê sepana "Ev Mafê Wê ye" de agahî da û wiha got: "Dema ku mafên mirovan tê gotin, mafên jinan tê bîra mirov. Bi taybetî di roja me ya îro de ku rêjeya tundiyê zêde dibe de divê hemû jin di mijara mafên xwe yên bingehîn de bên agahdarkirin. Sepan, dibe alîkar ku bûyerên tundiyê yên ku jin rast tên werin tomarkirin. Bi vî awayî bi riya saziyên dewletê ku bi rêxistinê re hevkariyê dikin re, ji bo dayîna alîkariyê têkilî bi wan re were danîn. Sepan, di pîrozbahiya Xelata Values ku di sala 2021’ê de li Ammanê hat lidarxistin de hêjayî xelata 'Vîzyona Înovasyon û Pêşerojê' hat dîtin. Zêdetirî hezar kesan sepan daxist û sepan dikare bigihîje hemû kesan û hemû welatan. Zarokên keç û ciwanên xort ku têkildarî vê sepanê perwerde dîtine, ji bo hemû kes mafên mirovan bizanibin, li herêmên xwe sepan temam kirin. Jin ne tenê li Lubnanê, her çiqas mafên jinan li gorî welat cuda bin jî di roja me ya îro de zehmetiyên ku  jin bi wan re rû bi rû dimînin eynî ne. Li Lubnanê, Iraq û Urdunê ev sepan di civakan de dengek mezin veda.”

‘Hişmendiya di warê mafên mirovan de dê li rê li şîdetê bigre’

Heba Îtanî ya ku di warê çavkaniyên mirovî de akademîsyen û seroka “A Louder Voice” got: “Tişta ku em di xebatên saziyê de li ser disekinin ew e ku her kes asta mafên xwe zêde bike. Di warê mafên mirovan de nebûna hişmendiya têr wê bibe sedem ku tundî wekî çandek bimîne. Ji ber vê yekê em bi giştî li ser van xalan disekinin û her kes li ser maf û erkên wan agahdar dikin. Ji bilî girîngîdayîna pêşxistina mafên jinan di civakê de û zêdekirina asta zanyariya wan der barê van mafan de, di warên cuda de jî ji bo wan di warê aborî de jî gelek piştgirî tên dayîn. Gelek fikir û projeyên me hene ku wê jinan bi hêz bikin.”

‘Her mirov xwedî destpêk û xaleke zivirînê ye’

Şêwekara sepanê Amanî Hesen Eyûb ku xwediyê bawernameya masterê ya hiqûqê ye got: “Berî ku ez behsa rola xwe ya di sêwirana sepana Minhahaha bikim, dixwazim rave bikim ka çawa hatim vê derê. Her mirov xwedî destpêk û xalek zivirînê ye ku rêça jiyana wê diguherîne. Kholoud Al-Khatib ew tişt e ku destpêka jiyana min ava kir. Ez beşdarî atolyeya perwerdeyê ya yekem a li ser tundiya li ser bingeha zayendî li Bekaayê bûm û bi vî awayî karîbûm astengiya tirsê derbas bikim. Piştre min serî li kar da. Tevî gelek zehmetiyan, min yekem ezmûna pratîkî rastîn ya di vî warî de jiya.”

Koordînatora Medyaya Dîjîtal a Rêxistina Louder Îman Xalid El-Ehmed got: “Di salên pêş de gelek stratejiyên ku divê em li ser bixebitin hene. Îsal em li ser metodolojî û plansaziyê dixebitin ku nêzî komên hedef bibin. Armanca rêxistinê ew e ku jinan der barê mafên wan de agahdar bike, sepandinê hîn zêdetir belav bike û em dixwazin bigihîjin armancên xwe.”