Senatorê Fransî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

Senatorê Fransî Pascal Savoldelli bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê da û bal kişand ser şert û mercên tecrîdê.

Navenda Nûçeyan - Senatorê Partiya Komunist a Komara Fransayê Pascal Savoldelli ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin re ji Wezareta Dadê re name şand.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê, Pascal Savoldelli di nameya xwe de bal kişand ser peymanên navneteweyî û destûrên qanûnî yên pêwîst xwest.

‘Ez dixwazim destûra pêwîst bê dayîn’

Di nameya Pascal Savoldelli de hat bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktorê sereke yê muzakereyên aştiyê yên di navbera dewleta Tirk û Kurdan de ye, bal kişand ser şert û mercên tecrîdê û ev tişt hatin gotin:

“Bi navê hiqûqa navneteweyî, ez bi taybet jî di çarçoveya Peymana Têkildarî Mafên Medenî û Siyasî ya Navneteweyî (MSHÎS) û Qeydên Nelson Mandela de derheqê rewşa tenduristî û mercên girtîmayînê yên Abdullah Ocalan de agahiyan daxwaz dikim. Rêzgirtina ji bo mafên mirovan, mafên serdan û pêwendîdanîna bi cîhana derve jî di nav de, rêgezeke sereke ya peymanên navneteweyî ye ku Komara Tirkiyeyê jî aliyekê wê ye.

Di heman demê de weke parlamenterek, dixwazim bi Abdullah Ocalan re di mercên ku parêzerên wî jî li wir bin pê re hevdîtinê bikim. Ev hewldan, li gorî nirx û temînatên Peymana Mafên Mirovan e ku Konseya Ewropayê û Tirkiyeyê jî îmze kirî ye û di çarçoveya erka min a çavdêrî û teşwîqê de ye. Ez dixwazim ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re destûrên pêwîst bên dayîn. Ji her niha ve ez ji bo eleqedarbûna we ya ji bo vê daxwaza min spas dikim û bi hêviya ku di demeke herî kin de hûn bersiveke erênî bidin min.”