Semsûr hê jî di bin xwelî û xubarê de ye!

Li ser Semsûrê tevî demek zêde di ser erdhejê re derbas bû jî hilweşandina avahiyên bi xisarên giran temam nebûye û xwelî û xubar heye. Li bajar, bi taybetî zarok di warê bêhngirtinê û dayînê de nexweş dikevin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) û Platforma Mafê Hewaya Paqij (THHP), encamên analîzên asbestê yên ku piştî erdhejên meha Sibatê li herêmê kirin, roja 27’ê Cotmeha 2023’an bi raya giştî re parve kir. Di raporê de hat diyarkirin ku li navenda Mereş, Elbistan û Semsûrê asbest hatiye tesbîtkirin û derket holê ku tenê li Semsûrê ji 30 nimûneyên cuda yên hatine girtin, di 2’yê wan de asbestên cureyên cuda hatine tesbîtkirin. Li Semsûrê ku yek ji bajarên ji erdhejên 6’ê Sibatê herî zêde zirar dîtiye ye, 5 hezar û 953 avahî hilweşiyan û der barê 20 hezar avahiyan de jî biryara hilweşandina lezgîn xisara giran hat dayîn.

Hilweşandin ev 8 meh in bi dawî nebû!

Ji bo avahiyên ku biryara hilweşandinê hatiye dayîn xebat berdewam dikin, bajêr 8 meh in ji ber hilweşandinên di bin ewrê tozê de ye. Di xebatên ku tu tedbîr nayên girtin de, ji hev cuda kirin jî li qada bermahiyan tê kirin. Welatiyên ku ji ber hilweşandina bi mehan didome û bi dawî nabe nikarin ji konteynir û malên xwe derkevin, ji ber toza ku dema hilweşandinê belav dibe bi gelek nexweşiyan re têdikoşin. Li bajêr nexweşiyên cidî yên behngirtin û dayînê zêde dibin, hat hînbûn ku bi taybetî ji bo zarokan teşhîsa astimê hatiye danîn û metirsiya kronîkbûna vê yekê heye.

Hevseroka Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) ya Semsûrê Emîne Esen Ulubey ku em der barê mijarê de axivîn, li bajarê ku tenduristiya gel tê paşguhkirin, xetereyên ku dê binpêkirinên tên jiyîn ava bike, bi ajansa me re parve kir.

 

‘Gel di nava xwelî û xubarê de dijî'

Emîne Esen Ulubey, bal kişand ku tevî 8 mehên derbasbûyî jî der barê tu mijaran de çareseriyên mayînde nehatine hilberandin, da zanîn ku hemû mekanîzma hêdî û giran tên meşandin. Emîne Esen Ulubey der barê mijarê de wiha got: “Mirov piştî erdhejê neçar man biçin parêzgehên ku erdhej pêk nehatine û demekê li wir bijîn. Mixabin, li bajêr hilweşandina avahiyên xisarên giran jî di vê pêvajoyê di meha havînê de dest pê kir. Dema mirov vegeriyan vê derê, bi xwelî û xubarê re rû bi rû man. Li Semsûrê hilweşîna avahiyên xisarên giran di meha Îlonê de bi û bez bû. Tevî dema derbas bûye jî ev hilweşandin bi heman awayê berdewam dikin."

'Tedbîr nayên girtin'

Emîne Esen Ulubey, da zanîn ku ji ber tedbîr nayên girtin dibe sedema nexweşiyên ku gef li tenduristiya gel dixwe û wiha axivî: “Karkerên hilweşandinê dikin amûrên parastinê bi kar naynin. Dîsa di dema van hilweşandinan de li ji hev cudakirina hesinan li qadên bermahiyan tên kirin. Me di her platformê de anî ziman ku divê ev ji hev cudakirin li derveyî qadên bermahiyan bê kirin û dema ku bermahî tên guheztin divê li ser kamyonan bên girtin. Ji ber ku ev tedbîr nayên girtin, xwelî û xubar radibe.”

'Bi zarokan re astim û nexweşiyên kronîk zêde dibin’

Emîne Esen Ulubey, diyar kir ku li binkeya tenduristiyê de dixebite û dîsa li nexweşxaneyan giliya herî zêde der barê nexweşiyên behngirtin û dayînê de ye û da zanîn ku bi taybetî di zarok û jinan de nexweşiyên giran zêde bûne. Emîne Esen Ulubey, der barê nexweşiyan de jî ev agahî dan: “Dema belavbûna wê xeterek pir zêde ye, di nava vê tozê de hebûna asbestê rewşeke hîn zêdetir bi xeter e. Di vê qonaxê de, xebatên têkildarî asbestê tên kirin, dibe di pêşerojê de bibe sedema nexweşiyên penceşêrê. Lê ev toza ku ji bilî salên pêş zêde dibe û belav dibe, jiyana rojane ya şêniyên bajêr bi awayekî cidî bandor dike. Bi taybetî jî zarok bi awayekî giran ji vê rewşê bi bandor dibin. Bi zarokan re astim û nexweşiyên kronîk zêde dibin. Em herî zêde bi nexweşiyên kuxik û behngirtin û dayînê re rû bi rû dimînin. Hem bi jinan re hem jî bi zarokan re bi awayekî cidî nexweşiyên behngirtin û dayînê derketine holê.”

'Mekanîzmayên çavdêriyê têr nakin’

Emîne Esen Ulubey, diyar kir di vê pêvajoya ku mafê jiyanê tê binpêkirin de mekanîzmayên çavdêriyê jî têrker nîn in û herî dawî wiha got: “Ji dema ku piştî erdhejê ez hatime vê derê ve heta niha kuxika min nasekine. Poza her kesê diherike û sorbûna çav bi hemû kesan re heye. Ez vê rewşê bi tedbîrên ku di dema xebatên rakirina bermahiyan de nayên girtin ve girê didim. Li vir tedbîrên pêwîst ên avdanê nayên girtin. Mekanîzmayên çavdêriyê pir hindik in û mixabin gelê me jî hay jê nîn e. Mirov li şûna hewaya paqij li tozê dikşînin. Ev rewş dê di demên pêş de bandorên xwe yên neyînî zêdetir nîşan bide. Mirovên li vir heq nakin bi vê tozê re bijîn. Hem tenduristiya wan hem jî mafê wan ê jiyanê tê binpêkirin.”