Sembola hunera Mexribê Fatima Rakrakî jiyana xwe dest da

Yek ji sembolên hunera Mexribê Fatima Rakrakî ya ku nêzî 60 salan di nava xebatên sînema, şano, radyo û televîzyonê de cih girt, piştî êşa nexweşiyê, di 2’yê Tebaxê de jiyana xwe dest da.

HENAN HARET
Mexrib - Fatima Rakrakî yek ji stûnên hunera Mexribî bû. Ji ber ku yek ji yekemîn aktivîstên Mexribê yên ku li qadê bû, jiyana wê ya hunerî ji 60 salan zêdetir domiya. Wê karibû hevsengiyek hunerî ya mezin di warê şano, radyo, sînema û televîzyonê de bihêle.
“Ez ji mirovan hez dikim”
Hunermenda Mexribê ya bi navê Fatima Rakrakî di sala 1941'ê de ji dayik bû û bi pêşniyara wênekêş û aktîvîstê şanoyê Abdelkader Ben Suleiman di sala 1957’an de beşdarî koma "Nûvekirina şanoyê"dibe. Ji ber di salên dawî de çavên wê kor bûn neçar bû li malê bimîne û dermankirinê bidomîne. Di hevpeyvîna wê ya bi rojnamevanan re wiha gotibû: “Ne girîng e ku mirov min ji bîr bikin, ya herî girîng ew e ku ez wan ji bîr nakim û bê îstîsna ji hemûyan hez dikim.”
Keda Fatima di gelek fîlm û rêzefîlman de çêbû
Di asta sînemayê de, li gel Hemîdo bin Mesûd di nava fîlmên "Şems", "Yama", "Dayikên Xatirxwestinê", "Çena a Kor" û "Pêlên Cîhanê"de, ji bo jiyanê û beşdarbûne hevkarî kir. Di rêzeflîmên bi navê "Tenê ji bo hevjînan", "Welatê Ronahiyê", "Al-Muhacir" û hwd. de cih girt. 
Di şanoyê de bi koma ciwan û werzîşê re gelek xebat meşand, di sala 1975'an de beşdarî koma "Muhemed EL-Xamis" a li Rîbatê bû û bi derhênerên mezin re xebitî, yek ji şanoyên herî berbiçav ku beşdar bû wekî "Amael Juha" tê hesibandin. "Ehlê Kehf" û xebatên herî mezin ên din, dika şanoya Mexribî dewlemend kir.
Derhêner Amin Nsour bi riya hesabê xwe yê kesane li ser hesabê xwe yê Facebookê, bi weşandina wêneyek û bi şîroveyek, nûçeya mirina Fatima Rakerakî ragihand û got; "Hunermenda mezin Fatima Rakrakî di bin parastina Xwedê de ye”, dema nûçeya mirinê hat ragihandin peyamên xemgîniyê yên ji bo mirina hunermend Fatima Rakrakî li ser medyaya civakî belav bûn.