Sembola berxwedanê “Xwişka Perîhan” jiyana xwe ji dest da
Perîhan Pûlat a li Enqereyê weke sembola berxwedanê tê zanîn di temenê 78 salî de çu ser dilovaniya xwe.
Navenda Nûçeyan - Perîhan Pûlat ku di çalakiyên bi diruşma “Em karê xwe dixwazin” ya li pêş Bîrdariya Mafê Mirovan a Cadeya Yuksel a Enqereyê û wek “Xwişka Perîhan” a Cadeya Yukselê tê nasîn li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Perîhan, di êrişa polîsan de bi dehan caran bi erdê re hat kaşkirin û binçavkirin. Di çalakiya 1’ê Gulana 2018’an a “Em karê xwe dixwazin” de polîsan tundiyeke giran lê kiribû. Perîhan Pûlat, li ser gotina polîsekî ya “Tu hêj nemirî yî!” bi gotinên “Min biryar da ez ê heta 100 saliyê bijîm” bersiv dabû.