Sembola berxwedanê Şahîra Feyad a Suweydayî jiyana xwe ji dest da

Ji sembolên berxwedana Suweydayê Şahîra Feyad el-Trudî Ezam ku li Qada Karamayê azadiyê diqîriya ji ber rêgiriya li ser Suweydayê, ku bû sedem ew nikaribe dermanên xwe werbigire, jiyana xwe ji dest da.

Navenda Nûçeyan – Ji 13’ê Tîrmehê vir ve, bajarê Suweyda yê Sûriyeyê di bin dorpêçeke berfireh a aborî û mirovî de ye ji aliyê cîhadîstên girêdayî Heyet Tehrîr el-Şam ve.

Dorpêça li ser bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bûye sedema karesateke mirovî ya bêdeng ku roj bi roj di her aliyê jiyanê de kûrtir dibe. Ji ber hilweşîna nexweşxaneyan û nebûna derman û pêdiviyên bijîşkî, gelek nexweşan jiyana xwe ji dest dane.

Yek ji van nexweşan Şahîra Feyad el-Trudî Ezam bû ku weke "Umm Marsil" tê nasîn û bûbû pêşenga xwepêşandanên Qada Karama ya li Suweydayê.

Şahîra Feyad el-Trudî Ezam, ku bi navê "Umm Marsil" jî tê zanîn, îro sibê  ji ber derengketina dermanan û nekarîna wergirtina doza pêwîst a dermankirina taybetî ya penceşêrê jiyana xwe ji dest da. Nekarîna nexweşên penceşêrê ya gihîştina Şamê an wergirtina dermankirina guncaw encama hilweşîna tevahî ya xizmetên tenduristiyê ye.

Jiyanek tijî têkoşîn û berxwedanê

Şahîra Feyad el-Trudî Ezam beşdarî xwepêşandanên li Qada Karama bû, carinan nexşeyek Sûriyê hildigirt, carinan dirûşmeyên azadiyê diqîriya; qirikê wê bi dirûşmeya "Yek, yek, yek... Gelê Sûriyê yek e" deng vedida. Di hevpeyvînekê de bi ajansa me re, wê wiha gotibû:

"Em ji bo tevgera xwe ya aştiyane li dijî rejîma ku gelê Sûriyeyê, xewnên wan wêran kir, zarokên wan kuşt û li çaraliyê cîhanê belav kir, li kolanan in. Sedema ku em li vê meydanê ne, ew e ku em Sûriyeyek azad û gelê wê ji nû ve bi dest bixin."