Sema Mihemed: Divê jin di her warî de hebûna xwe diyar bikin

Çalakvan Sema Mihemed diyar kir ku divê jin dema xwe bi xebatên ku sûdê jê digrin derbas bikin û hemû rojan ji bo xwe bikin xala werçerxê, di her warê jiyanê de hêz û hebûna xwe, girêdana xwe ya bi jiyanê re diyar bikin.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Cih û beşdariya jinan a warên jiyanê, pêngava bidestxistina aştî, azadî û avakirina jiyana hevseng e ji bo herdu zayendan. Aqilê mêrsalarî bi siyaseta xwe ya cuda jinan ji qadan dûr dixe lê belê têkoşîna jinan a bi sedsalan pêşî li vê aqilê girtiye û her dem jin dixwazin beşdarî hemû qadên jiyanê bibin. Îsal di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de bi taybetî jinên Kurd dubare kirin ku wê di hemû waran de hewldana beşdariyê bidin.

Çalakvan Sema Mihemed 8’ Adarê Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê û bi taybetî jinên Kurd pîroz kir û wiha got: “Jin gihîştine asteke baş lê belê hê pêwîstî bi xebat û têkoşîna hevbeş heye, da ku bikaribin rengê jinan li hemû qadan belav bikin. Geşbûna têkoşîna jinan, bi taybetî, têkoşîna ku li Rojavayê Kurdistanê heye û belavî hemû cîhanê bûye, em hemû pê kêfxweş in ku jinan pêşengî jê re kirin. Li parçeyên din ên Kurdistanê, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê beşdariya jinan heye û li Bakurê Kurdistan jin di hemû waran de hene lê belê weke pêwîst divê zêdetir cih bigrin û pêşengiyê bikin.”

‘Divê jin hebûna xwe diyar bikin’

Sema Mihemed ku bi xwe şêwaker e û awazan dibêje diyar kir ku jin dikarin di warê leşkerî û siyasî, huner û destrengînî û hemû aliyên din ên jiyanê de hebûna xwe diyar bikin û got: “Huner ger rast be, bi zimanekî giştî jin dikarin hebûna xwe diyar bikin. Ji ber ku bi riya siyasî, rêgirî li jinan tê kirin, dikarin bi riya huner û destrengîniyê û karên civakî şoreşê bikin. Divê jin hemû rojên xwe bikin roja xwe û ji bo xwe bikin xala werçerxê. Ez hêvîdar im jin bi hêz bin û tiştek wan ranewestîne. Bikaribin hebûn û hêza xwe di her warê jiyanê de diyar bikin.”