Selma Atabey: Zextên xwe yên li ser Gonul Erden bi dawî bikin

Hevseroka Giştî ya SES'ê Selma Atabey, diyar kir ku Hevseroka berê Gonul Erden a di girtîgehê de dimîne, ji ber dixwest biçe beşa siyasî di hucreyê de hat hiştin û xwest zext bên bidawîkirin û got: “Hevala me ne bi tenê ye. Em ê tu carî hevalên xwe bi tenê nehêlin.”

Enqere – Navenda Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES), têkildarî binpêkirinên mafan ên hevseroka berê ya SES'ê Gonol Erden di girtîgehê de pê re rûbirû maye, civîneke çapemeniyê li dar xist. Hevseroka SES'ê Selma Atabey li ser mijarê axivî û got ku piştî Gonul Erden hat girtin, di çarçoveya tedbîrên Kovîd-19 yên li Girtîgeha Sîncana Enqereyê ya Tîpa L-3 de 3 hefte piştî girtina wê di karantînayê de maye û piştî ku testa wê ya Kovîd-19’ê neyînî derket, ew şandine Girtîgeha Jinan a Sîncanê.
“5 saetan di hucreya yek kesî de hatiye girtin”
Selma Atabey destnîşan kir ku Gonul Erden dema birine Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê, hefteyek jî di karantînayê de maye û wiha got: “Wê bi xwe bi awayekî nivîskî ragihandiye ku dixwaze li qawîşên jinên bi heman sûcî girtî ne bimîne. Dema 15’ê Cotmeha 2021’ê de li bendê bû ku qawişa wê were guhertin, 5 saetan di hucreya yek kesî de hatiye girtin.”
"Di beşa bi navê C- 1 de hat ragirtin"
 
Selma Atabey diyar kir ku Gonul Erden di heman rojê de ji hucreyê hatiye derxistin û bi tena serê wê şandine beşa C-1’ê û ji dawiya hefteyê ve ew bi tena serê xwe li heman beşê tê ragirtin. Midûr û gelek kesên din bi wê re hevdîtin kirine û jê re gotine ku qawîşa dixwaze lê bimîne biguherîne. Selma Atabey diyar kir ku Gonul Erden ji van kesan re gotiye ku xwesteka wê nehatiye guhertin û wiha got: “Gonul Erden bi awayekî vekirî eşkere kiriye ku divê daxwaza wê were bicihanîn.” 
"Ji bo daxwaza qawişê dîsa serlêdan hat kirin" 
Selma Atabey got ku Gonul Erden piştî daxwaza wê ya qawîşe nehat qebûlkirin dîsa serî li dozgeriyê daye û wiha berdewam kir: “Di serdana parêzeran de, ev rewş gelek caran ji rêveberiya girtîgehê re hat ragihandin lê dîsa jî tu encam jê derneket. Beriya her tiştî, em dixwazin diyar bikin ku bi tevahî nayê qebûlkirin girtiyek 5 demjimêran bi kêfî di hucreyê de bimîne û bi rojan bi tenê di hucreya tecrîdê de wre girtin. Rêveberên girtîgehê nikarin xwe bixin dewsa darizandina dadrêsî û sepanan bi cih bînin.”
"Divê demildest zext bi dawî bibin”
Selma Atabey, bal kişand ku Gonul Erden bi neheqî hatiye girtin û tecrîdkirin û wiha got: “Hevala me ne bi tenê ye. Em ê tu carî hevalên xwe bi tenê nehêlin. Ji bo rakirina girtinê serlêdanên pêwîst bi rêkûpêk ji hêla parêzerên me ve tên kirin. Em hêvî dikin ku zext û girtina li ser hevala me demildest bi dawî bibe û Hevseroka me ya berê Gonul Erden bê berdan. Em careke din bi rêzdarî ji raya giştî re radigihînin ku tu zext, binçavkirin û girtin dê me ji meşandina têkoşîna me ya ji bo maf û azadiya sendîkayê û demokrasiyê dûr nexe.”