Selay Ghaffar: Jinên Afgan wê tu carî teslîmî rejîma Talîbanê nebin

Talîbana ku li Afganîstanê rêveberiya welat girt, jinên aktîvîst qetil dike û her cure polîtîkayên zextê li ser jinan dimeşîne. Ji jin tevî van hemû polîtîkayên tirsandinê jî berxwedana xwe didomînin, Endama Komîteya Navendî û Berdevka Partiya Partiya Piştevaniya Afganîstanê Selay Ghaffar destnîşan kir ku jinên Afgan wê tu carî teslîmî rejîma Talîbanê nebin û got, “Komên paşverû ên weke Talîban wê dengê jinên Afgan qut neke û têkoşîna wan dê bidome. Li cihê ku zilm lê hebe berxwedan jî heye.”

SAMİRA SALAVATİ
Navenda Nûçeyan – Bi jinûve derketina Talîbanê re, jinên Afganî yên difikiriyan ku ew ji kabûsa 20 sal berê berdane, dîsa di 15’ê Tebaxa 2021’an de hîşyarbûn. Tevî peyamên “nerm” ên ku dane jî, ji dema hatina desthilatdariyê ve bi pêkanînên xwe yên li hemberî jinên Afgan ji dema hatina desthilatdariyê ve hewl didin ji dibistanê, kar û jiyana civakî bên dûrxistin. Jin ji bo protestokirina pêkanînên reaksîyonî yên Talîbanê gelek caran bi çalakiyên xwe derdikevin qadan, her wiha rexne dikin ku cîhan çavê xwe li hember hemû pêkanînên ku li ber wan tên kirin girtiye û bi xemsarî nêzî wan dibin. Digel ku gelek xwepêşandan ji aliyê jinên Afganî ve tên kirin jî dimen kişandina rojnamegeran tê astengkirin, tundî tê bikar anîn û şideta fizîkî jî ji bo tirsandina jinan tê bikaranîn. Jinên aktîvîst bi awayê “kiryar ne diyar” tên qetilkirin û tu kes berpirsyariya êrîşan nagire ser xwe. Em bûyerên li Afganîstanê û rojeva jinan ji endama Komîteya Navendî ya Partiya Piştevaniya Afganîstanê û Berdevka Partiyê Selay Ghaffar guhdar dikin.
“Şîdeta li ser jinê zêde bû” 
Selay Ghaffar, di serî de silav ji hemû şervanên jin ên şoreşger ên cîhanê re ku di van şert û mercên dijwar ên ku welata wê û cîhan tê re derbas dibe, ji bo azadiya jinê û ji bo rizgariya ji zilm û barbariyê cûrbe cûr têdikoşin re şand. Selay Ghaffar a ku dibêje beriya kuştina 4 jinên çalakger ên Afganî jî her kesî kiryarên Talîbanê dizanibû û dîtibû wiha got, “Jin bûne qurbaniyên yekem ên cudakariya zayendî û qedexeyan. Karkirina jinan hat qedexekirin. Karkirina li bank, kargeh, dibistanan qedexe bû, çûna jinan a dibistanê qedexe bû. Bê guman tundiya li ser jinê zêde bû. Em dizanin ku hîna jî li hin parêzgehan qamçkirin û kevirkirina jinan bi awayekî berfireh tê kirin. Ez ji malbatên jinên ku li Mezarî Şerîf hatin qetilkirin re sersaxiyê û sebrê dixwazim. Nûçeyên qetlîamên li dijî jinan û bi taybetî jî jinên têkoşer didomin. Herî dawî li Girtîgeha Jinan a Heratê jinek berpirs hat qetilkirin. Kuştinên bi vî rengî bi awayekî eşkere nîşanî me hemûyan didin ku di îdeolojî û pratîka Talîbanê ya li hemberî jinan de ti guhertin çênebûye."
"Ew îdeolojiya xwe ya dijminatiya jinan berdewam dikin" 
Selay Ghaffar bal kişand ser wê yekê ku Talîbanê efûya giştî ragihand, ji bo ku sempatiya gel bi dest bixe dema ku mijar dibe rêveberiya welêt, lê gelek kesên ku ji ber sûcên li dijî jinan tên darizandin bi vê efûya giştî hatin berdan û wiha domand: Bi kararîna rûyên sexte efûya giştî ragihandin. Em ji cînayetên ku hatine kirin û her ku diçe zêde dibin fêm dikin ku xema tu kesî jî nîne. Di salên 1990’î de dema ku Talîban desthilatdar bû, serdema navîn da jiyan kirin û îro jî îdeolojiyên xwe yên li dijî jinê berdewam dikin. Îro jî em dibînin ku hewl didin xwe ji hemû cînayetên li hemberî jinan beraet bikin, xwe bêsûc nîşan bidin ku weke ku ne kirine tevbigerin û heta weke ku haya wan jê tune be tevdigerin. Dibêjin ku ew ê kujeran bibînin û ceza bikin, lê hemû cîhan jî dizane ku ev hemû derew û xelet in.”
“Xwepêşandanên wêrek ên jinan Talîbanê ditirsîne”
Selay Ghaffar destnîşan kir ku Talîban dijminê jinan e û wiha dewam kir: "Bêguman Talîban dijminê yekem ê jinê ye û ji hêz û qabiliyeta jinê ditirse. Em dibînin ku çawa hewl didin têkoşîna jinan asteng bikin. Talîbanê ku hêj di roja ewil hat dest danî ser desthilatdariyê 3 Jinên Afganî hêza yekem bûn ku li dijî Talîbanê derketin û têkoşîna xwe li dijî Talîbanê ragihandin û xwepêşandan heta roja îro jî didome. Bi her awayî hewl didin nehêlin jinan şer bikin. Ji bo ku dengê jinên Afgan li cîhanê dernekeve. Çapemeniyê qedexê dike û li rojnamegeran dixe. Yên beşdarî têkoşînê dibin diyar bikin, hewl didin wan bikujin. Mînaka herî ber bi çav jî Forouzan a ku bi dijberiya xwe ya li dijî pêkanînên Talîbanê û nasnameya xwe ya çalak tê nasîne. Em vê wekî ku yek ji şervanên jin ên beşdarî xwenîşandanên li Mezar-i-Şerîf bûnye bi bîr tînin. Xwepêşandanên leheng ên jinan Talîban matmayî dihêle û ditirsîne."
“Jin tu carî bêdeng ne man”
Selay Ghaffar, da zanîn ku li welat bi qetlîamên jinan û qetilkirina çalakgeran tê xwestin ku hawîrdoreke zextê bê afirandin û wiha pêde çu: "Divê em ji bîr nekin ku Talîban dixwaze hemû civak bi vî rengî bijîn. An jî tevlî tevgera jinan bibin û li dijî Talîbanê, ku kîn û nefreta gel a li hemberê baş dizane şer bikin. Hêzên Talîbanê ku bawer dikin, tevgera jinan rojekê wê belav bibe û bi tevahî civakê bandor bike, ji ber vê ji bo civak ‘li hemberî zilmê bêdeng bimîne’ kontrolkirin û tepisandina berdewam dike. Divê em ti carî ji bîr nekin ku jinên Afganî tu carî bêdeng neman di her de rê û di her şert û mercî de têkoşîna xwe ya parastina mafên xwe dê bidomînin.”
“Divê jin di bin tu şert û mercan de dest ji têkoşîna xwe bernedin”
Selay Ghaffar a ku derbarê xwendina keçan ya li Afganîstanê de axivî û da zanîn ku Talîban sozên xwe bicîh neaniye û wiha dom kir: "Taliban soz dabû ku zarokên keç, bi şertê ku di navbera keç û xortan de astengî hebe, heta pola şeşan bişîne dibistanê, lê sozên wan ên di vê astê de nehatin bicîh anîn." Selay Ghaffar anî ziman ku hîna keç nikarin biçin dibistanê û mamosteyên jin jî nikarin kar bikin. Selay Ghaffar got: “Divê jin di bin tu şert û mercî de dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ji ber ku ger dev jê berde, sibê civakek wekî ku Talîban dixwaze ava bibe û rojên reş bêyî ku qet neyê ronîkirin dê bikevin nav tarîtiyê."
“Cihê ku zilm lê hebe, berxwedan jî heye” 
Selay Ghaffar a ku dibêje, "Wekî ku em îro li Afganîstanê dibînin, vîrusek bi navê bingehînparêziya Îslamî ku Talîban temsîl dike, jinan di nav çar dîwarên malên wan de heps kiriye, wan ji azadiya wan bêpar kiriye û rewşa wan hîn krîtîktir kiriye” balkişand ser kesên ku ji Talîban daxwazên wan ên guherîn, guhertin û nûjenkirinê heye, xewnek bêyhûde dibînin. Selay Ghaffar dibêje ku divê hemû cîhan bizane ku Talîban nikare dewlemendiyê ji civakê re bîne, got ku divê li dijî serdestî û tevgerên nemirovane yên vê koma serdema navîn têkoşîn bê kirin. Selay Ghaffar got, "Di serî de em weke jin ev têkoşîn erka me ye" û gotinên xwe bi van hevokan dawî kir, "Jinên Afgan wê ti carî teslîmî rejîma Talîbanê nebin. Komên paşverû ên weke Talîban wê dengê jinên Afgan qut nekin, dê têkoşîna wan bidome. Li cihê ku zilm lê hebe, berxwedan jî heye, ji bo wê jî ji hemû gelên bindest ên cîhanê, re hêviya azadî û serketinê.”