'Sedsala bîst û yekê dê teqez serdema azadiya jinan be'

Bi minasebeta Roja Jinên Cîhanê, Lîga Jinan a Jane û Însiyatîfa li dijî dagirkeriyê û îmhayê ya jinan, ji bo Aştî û Ewlehiyê, daxuyaniyek da û diyar kir ku ew roja jinan pîroz dikin û ji xwest ku jin têkoşîna xwe bidomînin.

Navenda Nûçeyan – 'Li Dijî Dagirkirin û Qirkirina Jinan Ji bo Ewlehî û Aştiyê' bi minasebeta 8'ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Lîga Jinên Cîhanê daxuyaniyek da û ev hat gotin: "Em îsal Roja Jinên Cîhanê pêşwazî dikin. Jin û keçên li gelek welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê hîn jî rastî gelek binpêkirinên mafên xwe tên. Ji gelek qanûnên statûya kesane bigire heya yên cur be cur şîdeta sîstematîk a li dijî wan tê kirin. Her wiha gelek mafên wan tên binpêkirin. Di heman demê de pirsgirêkên koçberî û koçberkirina bi darê zorê, bazirganiya jin û zarokan, sûcên kuştin, destdirêjî û girtinên ku bi taybetî karsazên jin dikin hedef hene."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku pêwîstî bi guheztina vê statûya jinan û bilindkirina wan bo statûya ku ew heq dikin heye. Ji ber ku têkoşînên afrînerî û daxwazên berbiçav ên jinan ji bo reformên demokratîk ên berfireh û radîkal li deverên cur be cur ên herêmê hene. Dîrok wekî jin û dîroka welatê me ya kevnar a rojhilatî, dergûşa şaristaniya mirovahiyê ye."
Di daxuyaniya ku ji hêla Lîga Jinan a Jane ve hatiye weşandin de wiha tê gotin: "Em ji bo sala 2021'ê Roja Jinên Cîhanê pêşwazî dikin. Bi biryardariya xwe berdewamkirina têkoşîna ku xwişkên me di seranserê dîroka herêmê û cîhanê de dest pê kirine re ne. Bi vê minasebetê, em soza xwe ya ji bo wan nû dikin ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin heya em di avakirina civakek serdest de digihîjin xewn û xeyalên wan."
'Şoreşa Rojava dê bibe şoreşa ku giyan dide hemû jinên herêmê'
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Tevî hemû karesatên ku jin dijîn, şer jî nav de wan şerên bêwijdan ên ji hêla hêzên mezin ên navneteweyî ve hatine meşandin û ji aliyê hêzên otorîter û faşîst ên herêmî ve didomin. Tevî girtin, qetilkirin û tawanên siyasî ku serokên jin li her deverên nakokî li welatên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê dikin hedef û bi taybetî jinên Kurd ên ku li Tirkiye, Sûriye û îranê dikin hedef jî bilindbûna têkoşînên jinan, pêşengiya wan a tevgerên girseyî û geşbûna stêrka jinên Kurd di şoreşa jinan de bê kêmasî ye. Li Rojava biryardarî û domdariya me diafirîne û me piştrast dike. Şoreşa Rojava dê bibe şoreşa serdema ku giyan dide hemû jinên herêmê ku ew ê di pêşerojê de cihê heq kiriye bigire. Li gorî vê, em piştrast in ku sedsala bîst û yekê dê teqez serdema azadiya jinan be."