‘Sedemên sereke yên koçberiyê şer û aborî ne’
Parêzera mafên mirovan û lêkolînvan Sanaa Zaîmî pirsgirêkên jinên koçber ên weke îstîsmara kedê, jiyana metirsîdar, êrîşa zayendî, destdirêjî, tundî û nijadperestî anî ziman û diyar kir ku sedema sereke ya koçberiyê şer û aborî ne.
RAJA KHAYRAT
Mexrîb – Ji ber polîtîkayên şer ên dewletan bi milyonan mirov ji cihê xwe bûn û ketin rêya koçberiyê. Piranî ji wan di wan rêyan de yan jiyana xwe ji dest dan yan jî neçar man paş de bizivirin. Yek ji gelên ku di navbera şer û penaberiyê hatine hiştin gelê Rojhilata Navîn û bakurê Efrîqayê ye. Rêya Mexrîbê ku penaber wek rêya derbasbûnê bikartînin pirskirêka penaberan her ku diçe zêde dibe.
Parêzvana mafên mirovan û lêkolîner Sanaa Zeîmî ku di warê demografî û erdnîgariyê de dixebite û di projeyên ji bo koçberan de cih digire, diyar kir ku rûxmê peymanên navneteweyî û neteweyî koçberên ku neçar dimînin li Mexrîbê bijîn ewlekariya wan tune û anî ziman ku pirsgirêkên jinan aloztir in.
Jinên koçber di şert û mercên zehmet de tekoşînê didin
Sanaa Zeîmî da zanîn ku koçberan Mexrîbê ji bo welatên Ewropa û welatên din ên Rojhilata Navîn weke rêya derbasbûnê bi kar tînin û neçar mane demeke dirêj li Mexrîbê bijîn û serpêhatiyên jinên koçber wiha rêz kir:
“Keda jinan tê xwarin. Hemû penaber wek karkerên erzan tê bikaranîn lê jin zêdetir bi pereyên pir kêm kar dikin. Li kêleka wê bi tundî û heqaretan re rûbirû tên. Di hejmara jinên ku rastî destdirêjî û êrîşa zayendî hatine de zêdebûyîn heye. Ewlekariya wan tune ye, her dem gefa dersînorkirinê li ser wan tê xwarin û piraniya wan di hepsa malê de ne. Êdî Mexrîb ji rêya derbasbûnê derketiye bûye cîhek ku penaberan digire. Mijara bê qanûniya penaberan mijarek tevlîhev e. Têkiliya vê bi pirsgirêkên neteweyî û navneteweyî re heye. Ji ber ku belgeyên wan ên qanûnî nînin, karekî wan ê ewle jî nîne. Ji ber vê yekê pirskirêka wan ê aboriyê pir zêde ye. Penaber her bi hev re jiyan dikin. Ev yek entegrasyona welatê mêvandar dijwartir dike. Rewş ji bo koçberên bin-Sahrayê dijwartir e. Bi nijadperestiyê re rû bi rû dimînin. Rengê çermê wan ji xelkê herêmê tarîtir e û dibe sedema cudabûnê. Li kolanan, li cihê ku lê dixebitin henekê xwe bi wan dikin û rastî tacîzê tên.”
Projeyek ji bo ewlekirina jiyana koçberan bi qanûnê pêş xistin
Sanaa Zaîmî diyar kir ku di xebatên wan ên li ser jinên koçber de penaberên Mexrîbê yên li dîasporayê belav dibin û koçberên tên Mexrîbê jî hene û diyar kir ku Federasyona Yekîtiya Mafên Jinan projeyek e ku bi hevkariya Fransa, Belçîka û Spanyayê pêk tê. Sanaa Zeîmî bal kişand ser wê yekê ku armanca projeyê ew e ku bi qanûnê rewşa koçberên neqanûnî bê ewlekirin û wiha got: “Jin bi rêya hevjînên xwe koç dikin, mêr jinan li wir diterikînin. Ji ber ku tu belge an jî nanameya wan di navberê de dimînin. Ji bo kesên ku beqanûnî derbas dibin hîn bi pirskirêk e. Dikarim bibêjim ku ji aliyê Encumena Netewî ya Mafên Mirovan û komeleyên femînîst û mafên mirovan û rêxistinên herêmî yên pir hevkar hewla başkirina şert û mercên van jinên koçber, birêkûpêkkirina rewşa wan ya qanûnî û bi berfirehî çareserkirina pirsgirêka koçberiya neqanûnî heye.”
Sedema koçberiyê şer û aborî ye
Sanaa Zeîmî destnîşan kir ku sedema sereke ya koçberiyê şer û sedemên aborî ne û wiha bi dawî kir: "Hinek jinên ku me karîbû pirsgirêkên wan ên hiqûqî çareser bikin, bi piştgiriya me atolyeyên biçûk ên dirûtinê vekirin. Her çend di pratîkê de ne wisa be jî Mexrîb welatek e ku di qanûnên xwe de mafên jinan qebûl dike. Em hewl didin ku xebata me di pratîkê de xuya bibe. Medya li vir xwedî roleke girîng e,"