Sedema girtina rojnamegera Îranî kurtbûna porê wê ye
Rojnamegera Îranî Marzieh Amirî bi kefaletê hatibû berdan, xwişka wê Samira Amirî der barê sûcê wê de got: “Yek ji tişta ku xwişka min pê tê sûcdarkirin ew bû ku porê xwe biriye û bi vê re teşwîqî gendeliyê kiriye!”
Navenda Nûçeyan- Serhildanên gel ên li Îranê ku piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin bênavber berdewam dikin. Hikumeta Îranê zextên xwe yên li hemberî gel berdewam dike, der barê girtin û binçavkirinan de bi îdiayên ji rastiyê dûr cezayan dide. Yek ji van jî rojnameger Marzieh Amirî ye.
Xwişka rojnameger Marzieh Amirî, Samira Amirî der barê sûcên li hemberî xwişka wê de li ser hesabê xwe yê Instagramê ev yek parve kir: “Danişîna yekem a xwişka min Marzieh Amirî li şaxa 28’an a Dadgeha Şoreşê pêk hat. Xwişka min bi îdieyên ‘Hevkariya veşartî’, ‘Teşwîqkirina gendeliyan û li dijî rejîmê propaxanda’ hat darizandin. Xwişka min sûcdariyan hemû red kir.”
Rojnameger Marzieh Amirî, di 9’ê Mijdarê de ji aliyê leşker û polîsên rejîma Îranê ve hat girtin û wê birin girtîgeha Evînê. Piştî 47 rojan girtî ma, piştî ku karûbarên wê temam bû bi kefalet demkî hat berdan. Berê ji ji ber parvekirinên xwe yên di medyaya dîjîtal de Marzieh Amirî hatibû girtin.