Sebhiyê Xerîb a Helebî: Pêdiviya welatê me bi dengê jinan heye

Sebhiyê Xerîb a dibêje “Pêdiviya welatê me bi dengê jinan heye” destnîşan kir ku divê jin di cihên biryargirtinê de bin û da zanîn ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa bernedin.

XUFRAN EL HABIS

Heleb – Bi destpêkirina aloziya li Sûriyeyê re herî zêde jin barê şer û pevçûnên li herêmê hilgirtin ser milên xwe. HTŞ (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst bi hilweşîna rejîma Baasê re rêveberiya demkî ragihand. Bi vê yekê re fikarên jinên li Sûriyeyê yên li ser pêşeroja wan zêdetir bû.

Sebhiyê Xerîb ku ji niştecihên Idlibê ye û 45 salî ye û niha li Helebê dijî fikarên xwe tîne ziman. Sebhiyê Xerîb a dibêje “Pêdiviya welatê me bi dengê jinan heye” destnîşan kir ku divê jin ji bo avabûna Sûriyeyek demokratîk di cihên biryargirtinê de bin û da zanîn ku ew ê dest ji têkoşîna xwe ya ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa bernedin.

‘Di qada siyasî de jin nebûn’

Sebhiyê Xerîb têkildarî rewşa jinan a beriya hilweşîna rejîma Baasê dibêje: "Mixabin, rola siyasî ya jinan li Sûriyê di deh salên borî de tevî hebûna jinan a di postên rêveberiyê de jî, pir kêm bû. Piraniya rolên wan di teşe de mabûn û tu bandorek xwe li ser biryarên herêmê nedikirin. Bi derketina şer û alozan re jin wek hêzên sereke yên civakê derketine pêş û êşên malbatê hilgirtine. Di hemû warên civakî û jiyanî de hebûna xwe nîşan dan. Tevî van fedekariyan hê jî marjînalkirina siyasî berdewam e û beşdariyên wan ên di qada siyasî de, nebûne rolên serokatiyê."

'Jin bi zehmetî û astengiyan re rûbirû ne'

Derbarê zehmetî û astengiyên ku nahêlin jin bighên cîhên biryardayînê de Sebhiyê Xerîb wiha got: "Dema ku em behsa beşdarbûna jinan a nav siyasetê dikin, em nikarin astengiyên li pêşiya wan li berçav negirin. Ev astengî bîlesebep derneketine. Ew encamên salane ku ji aliyê civakî û çandî ve jî jin hatiye çewsandin. Bi şer re ev zehmetî û astengî du qat zêde bûn û jinên Sûriyê bi şerekî dualî re rûbirû man; Têkoşîna ji bo mafên xwe û têkoşîna ji bo welatê xwe. Jin bi astengiyên civakî re rûbirû dimînin, heya niha ev astengî didomin û jinan di çarçoveya malê de dihêlin. Ev yek jî nahêle jin di qada siyasî de hebûna xwe nîşan bide. Ji bilî vê, kêmasiyek eşkere ya piştgirîyek yasayî ku nûnertiya dadmend a jinan di postên pêşengtiyê de misoger dike, heye.”

‘Nûnertiya hemû pêkhate û jinan girîng e’

Sebhiyê Xerîb bal kişand ser rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ’ê ya cîhadîst de ye û astengiyên ji jinan re derdixin. Sebhiyê Xerîb wiha got: "Li piraniya deveran piştî rûxandina rejîmê, kêşe pir zêde dibin. Ji ber ku jîngeha heyî ne guncaw e ku jin nêrînên xwe bîne ziman û beşdarbûna xwe ya siyasî ragihîne. Ew jî encama şert û mercên ewlehî û civakî ye. Heya tevgerên jinan û çalakiyên civakî rastî sînordarkirinê tên. Ji bilî kêşeya herî girîng û dijwar, tirsa jinan ji ferzkirina tiştên ku ne li gorî şiyanên wan û kêmkirina statûya wan ji aliyê rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam ve ye. Mînak bi darê zorê ferzkirina hîzarê û sînordarkirina jinan a ku dibêje bila tenê di malê de bimîne. Divê ev hikûmet adil be ku nûnertiya hemû pêkhate û jinan bike.”

'Pêwistî bi naskirina îradeya jinan heye’

Sebhiyê Xerîb diyar kir ku ew xwedî hêvî û bawerî ye ku jina Sûrî dikare rola xwe di qada siyasî de nîşan bide û wiha pê de çû: "Ji bo ku jin rola xwe di siyasetê de nîşan bide, pêwîstiya wê bi îradeya siyasî ya xurt heye. Her wiha divê zagonên destek didin jinan bên aktîfkirin. Jin dikarin di dozên aşîtî û ewlehiyê de hebûna xwe nîşan bidin. Ji ber ku ew bi zehmetiyên civakî re rûbirû dimînin. Derfet û hêzên jinan xurt in û di warê zanistî de tevî astengiyan jî jêhatî derdikevin. Di nava şer û kêm derfetan de, di nava çadirên koçberiyê de, gelek jin hene ku xwendina xwe berdewam kirine û di gelek qadên jiyanî de hebûna xwe nîşan dane. Divê tenê rê li pêşiya jinan bê vekirin ku bighên cîhên biryardayînê."

‘Rê zehmet e, lê bêçaretî nîne’

Sebhiyê Xerîb di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku gelek jinên Sûriyê gihîştine astên serkeftinê û peyama xwe ya ji bo jinên Sûriyê şand. Sebhiye Xerîb di peyama xwe de wiha got: "Gelek jinên Sûriyê yên serkeftî hene û rola xwe bi dest xistine. Hîn ji wan bûne nûnerên civaka sivîl ên di Cenewreyê de. Hinek jî bûne pêşengên jinan di rêxistinên navnetewî de. Ew ji bo ku dengê jinan û zehmetiyên jin dikşînin ji cîhanê re ragihînin, di nav hewldanan de ne. Peyama min ji her jinek Sûriyê re heye ku nehêle zehmetî bibe astengî li pêşiya serkeftina te. Rê zehmet e, lê bêçaretî nîne. Îro pêdiviya welatê me bi dengê jinan heye. Ji ber vê yekê têkoşîna xwe xurtir bike û di cîhên biryardayînê de hebûna xwe nîşan bide."