Sebahat Tuncel: Riya çareseriyê siyaseta civakî ye

Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel di serdana xwe ya ESP’ê de axivî û diyar kir ku pêwîstî bi bihêzkirina rêxistinkirina civakê heye û got: “Di pêvajoya ku siyaset bê çareserî dimîne de, riya derbaskirina vê yekê siyaseta civakî ye.”

Navenda Nûçeyan- Siyasetmedara Kurd Sebahat Tuncel serdana Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) kir. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ya Bajarê Stenbolê Esengul Demîr, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Berdevka Giştî ya Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM) Tanya Kara, Hevserokê SGDF’ê Muslum Koyun jî di serdanê de amade bûn.

‘Pêwîst e rêxistinkirina civakî were bihêzkirin’

Sebahat Tuncel di serdanê de axivî û bal kişand ser parastina Fîgen Yuksekdag ku ji doza Kumpasê ya Kobanê tê girtin kir û got: “Dibe ku em tehliye bibin, lê belê doza Kobanê berdewam dike. Ev yek nayê wateya ku pirsgirêk hatiye çareserkirin. Meş û mitîng hatin kirin lê belê qeyûm ket navberê. Divê doza kumpasê ya Kobanê ji Rojava re were gotin. Me di dîzayna salona dadgehê de jî dît ku dewlet li dijî Kurdan e. Pêwîstî bi bihêzkirina rêxistina civakî heye. Di pêvajoya ku siyaset bê çare maye de riya derbaskirina vê siyaseta civakî ye. Em ê çawa ji demên borê tecrubeyê bigrin û çawa ava bikin. Demek me ya dirêj nîn e, sîstem xwe bi lez organîze dike.”

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî piştre axivî, bi lêv kir ku parastinên siyasetmedarên ji dozê dihatin darizandin û ji aliyê têkoşînê ve bûne pêşeng girîng in û wiha got: “Weke ku hevala me Fîgen jî got ‘ev biryar ne dawiyek e, destpêkek e.’”

Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr jî ev tişt got: “Rêxistina me ya yekgirtî HDK ye. Eniya ku ew û pêkhateyên wê xwe bigihîjîninê gelek berfireh e. Di Doza Komployê ya Kobanê de hatina ba hev a hêzên şoreşger û demokrat ên li Tirkiyeyê ji bo pêvajoya ji niha û şûnde bi rê ve bibin girîng e.”

Hevdîtinê piştre ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.