Sebahat Tuncel: Qanûna çarçoveyî destpêkek e wê têkoşîn bidome
Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel diyar kir ku qanûna çarçoveyî destpêkek girîng e, lê li derveyî çarçoveyê hiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kêmasiya herî mezin e û got ku divê pêvajo bi têkoşîna demokratîk re bê temamkirin.
MEMÎHAN HÎLBÎN ZEYDAN
Wan – Pêşnûmeya bi navê "Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Entegrasyona Civakî" ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye amadekirin, piştî nîqaşan di Lijneya Giştî ya Parlamentoyê de bi piraniya dengan hate qebûlkirin. Lêbelê, nîqaşên li ser çarçoveya rêziknameyê, ku wekî "qanûna destpêkê" tê hesibandin, berdewam dikin. Derxistina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji çarçoveya wê wekî yek ji kêmasiyên herî girîng ên qanûnê tê dîtin. Nîqaş li ser ka pêvajo dê çawa bimeşe û piştî pejirandina wê dê li ser kîjan eniyan têkoşîn were meşandin berdewam dikin.
Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Sebahat Tuncel der barê mijarê de ji ajansa me re axivî. Sebahat Tuncel got: “Qanûna çarçoveyî ji bo çareseriyek demokratîk gaveke ewil û girîng e, lê divê kêmasiyên wê bi têkoşîna civakî werin temamkirin.
'Cara ewil e rêbazên siyasî û parlamento di dewrê de ne'
Aktîvîsta TJA’yê Sebahat Tuncel, diyar kir ku qanûna çarçove qanûna destpêkê ye û destnîşan kir ku ew ne di xaleke ku tevahiya pirsgirêkê çareser dike û pirsgirêka Kurd jî pênase dike de nîne. Sebahat Tuncel, wiha bilêv kir: “Lê ev qanûn, qanûnekî çarçoveyî ye û ji bo çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd qadê vedike. Bi dawîkirina têkoşîna çekdarî ji bo vekirina qadê ya ji bo siyaseta demokratîk girîng e. Ji ber ku ev cara ewil e di mijara çareserkirina pirsgirêkê bi rêbazên siyasî li ser platformeke parlamentoyê de nêzîkatiyek tê nîşandan, pir girîng e.”
‘Bêguman qanûnek ku Birêz Ocalan li derve dihêle kêm e’
Sebahat Tuncel, di berfirehiya nirxandinên xwe de destnîşan kir ku di demên berê de jî li parlamentoyê qanûn hatine derxistin û pêvajoya Osloyê ya 2009’an, pêvajoyên danûstandin û diyalogê yên 2013 û 2015’an bîr xist. Sebahat destnîşan kir ku gelek xebat hatine kirin. Sebahat Tuncel, axaftina xwe wiha domand: “Di van deman de jî, Qanûna bi Hejmara 6551’an hatibû derxistin. Lê ev di asteke cûda de ye. Di bingeh de, ev qanûn ji ber ku veguhestina siyaseta demokratîk hêsan dike û ji bo avêtina gavên pêwîst ber bi çareseriyek demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd ve xizmet dike, di xalekê de destpêk e. Lê belê qanûnekî ku pirsgirêkên me çareser dike an jî demokrasiyê tîne, nîne. Gelek kêmasiyên vê hene. Kêmasiya herî mezin ew e ku Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan nagre nav xwe. Ev qanûn ji bo serdema berî ya Hezîrana 2005’an ne derbasdar e. Rexneya herî mezin ew e. Gelê Kurd azadiya birêz Ocalan wekî azadiya xwe pênase dike. Lewma qanûnek ku azadiya birêz Ocalan asteng dike an jî nagre nava xwe ne temam e.”
‘Pêvajoya me berovajî cîhanê ye’
Sebahat Tuncel, tekez kir ku li derve hiştina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji çarçoveya qanûnê, kêmasiya herî mezin e û wiha pê de çû: “Lê ev ji bo têkoşînê zemînek e. Ked û hewildanên birêz Ocalan armanc dikin ku ne tenê bi veguherandina tevgera siyasî ya Kurd, di heman demê de bi veguherandina dewletê jî gavekî ber bi azadiya gelê Kurd ve bavêje. Ev qanûneke bi 12 madeyan e ku armanc dike çek bên danîn û deriyê siyasetê veke. Di nava madeyên qanûnê de tiştekî li ser demokratîkbûn, azadî, perwerdehiya bi zimanê dayîkê an jî naskirina nasnameya Kurd nîne. Mîsyonekî wiha nîne. Ev wekî ku me got, qanûnekî destpêkê ye, lê divê ev tişt werin nîqaşkirin. Ger li Tirkiyeyê aştiyeke rasteqîn çêbibe û rê li ber çareseriya pirsgirêka Kurd veke, divê ev hemû tişt di serdema pêş de werin nîqaşkirin. Bi gelemperî di ezmûnên cîhanê de, destpêkê gavên qanûnî tên avêtin, rastî, edalet û hevrûbûn tên misogerkirin. Dewlet piştrast dike ku di vê mijarê de dev ji siyaseta xwe berdaye. Piştre çek tên berdan. Lê di mînaka me de, rewş berovajî çêbû. Destpêkê çek tên danîn û piştre em hewl didin li ser van mijaran nîqaş bikin. Lêbelê, ev ne meseleya niha ye.”
‘Derketina qanûnê destpêkek e’
Sebahat Tuncel bal kişand ku pirsgirêka Kurd ji salên 1990’î û vir ve mijareke ku tê nîqaşkirin e û diyar kir ku ev qanûn nîşaneya vê nêzîkatiyê ye ku divê pirsgirêka Kurd li ser bingeheke siyasî were çareserkirin; her wiha destnîşan kir ku ew bi polîtîkayên ewlehiyê nayê çareserkirin û divê perspektîfa ewlehiyê were terikandin.
Sebahat Tuncel axaftina xwe wiha domand: “Bê guman ji aliyê vekirina qada ji bo siyasetê ve girîng e, lê divê em li pêvajoya bicîhanînê jî binêrin. Em hêj nizanin ka ew ê were bicihanîn an na. Lê derketina qanûnê destpêkek e.”
‘Divê ciwan, civak û tevgerên jinan zêdetir beşdarî pêvajoyê bibin’
Sebahat Tuncel, kêmasiya herî girîng a pêvajoyê wekî nebûna beşdariya têrkêr a civakê nirxand. Sebahat Tuncel diyar kir ku rêxistinên civaka sivîl, sendîka û tevgera jinan di vê pêvajoya berdewam de nekarîne rolên xwe bi awayekî têrkêr bilîzin û got: “Beşek ji vê yekê ji dewletê çavkaniyê digire û beşek jî ji qelsiya rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên girseyî yên demokratîk û tevgerên sosyalîst ên li Tirkiyeyê çavkaniyê digire. Dibe ku gelek sedem hebin. Lê ev, him ji bo tevgerên jinan û ciwanan û him jî ji bo rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk derfetên têrkêr misoger dikin.”
Aktîvîst Sebahat wiha anî ziman: “Bêdengkirina çekan, di heman demê de ji bo nîqaşkirina hemû pirsgirêkên civakî, newekhevî û qeyrana aborî ya li Tirkiyeyê jî qadekê peyda dike. Dema ku em li ser çareseriya pirsgirêka Kurd nîqaş dikin, em ê di heman demê de li ser ka mirov çawa dikare pirsgirêk, qeyran û xeletiyên ku ji ber vê nebûna çareseriyê çêdibin derbas bike, nîqaş bikin. Divê di pêvajoya pêşiya me de, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jin û ciwanan zêdetir çalak bin. Her wiha di pêkanîna pratîkî ya vê pêvajoyê de rolek mezin dikeve li ser milê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên mafên mirovan.”
‘Tevgera jinan dikare komîteyek çavdêriyê ava bike’
Sebahat Tuncel, tekez kir ku di çareserkirina pirsgirêkên ku di dema pêvajoya bicihanîna qanûnê de derdikevin holê de rolek mezin dikeve li ser milê civaka sivîl û wiha pê de çû: “Li Parlamentoyê wê komîteyek çavdêriyê were damezrandin, lê ne têrkêr e. Dibe ku di komîteya çavdêriyê ya li Parlamentoyê hat damezrandin de, ji rêxistinên mafên mirovan û baroyan re komîteyek çavdêriyê ya sivîl, paralel an jî di nava têkiliyê de were damezrandin. Tevgera jinan di nava xwe de li ser vê yekê nîqaş dike. Tevgera jinan dikare komîteyek çavdêriyê ava bike. Ez difikirim ku ev yek ji bo pêşveçûna saxlem û pêkanîna pratîkî ya pêvajoyê pir girîng e."
Sebahat Tuncel, destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di xala vekirina pêşiya pêşketinên siyasî de ked û hewildanên mezin dide û axaftina xwe wiha domand: “Tevgera Azadiya Kurd nîşan daye ku ew ê beşdarî pêvajoyeke ku ji aliyê birêz Ocalan ve tê rêvebirin, bibe. Lewma di bin komîsyona ku li Meclîsê hat damezrandin de dê komîteyên binî werin damezrandin. Ger ev komîte fonksiyonel bibin û ger şert û mercên xebatê yên azad ên birêz Ocalan werin mîsogerkirin, dê pêkanîna pêvajoyê hêsantir bibe. Eşkere ye ku pêvajo bêyî rêveberîn, bêyî bang û bêyî erêkirina birêz Ocalan, pêş nekeve. Ev di daxuyaniyên tevgerê de jî diyar dibe. Ez bawer dikim ku ev faktor dê di sepandina pratîkî de werin berçavgirtin.”
‘Berpirsiyarî dikeve li ser milê hemûyan’
Sebahat Tuncel, dubare kir ku serdema pêşiya me destpêkek nû ye û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Ev pêvajoyeke ku bi têkoşîn, ked, berhevkirin û ezmûna 50 salan hatiye şêwekirin e. Ezmûnên ku me ji rabirdûyê bi dest xistin, bi ezmûn, têkoşîn, rê û rêbazên nû re berpirsiyariya azadkirina gel, jin û ciwanan li ser milê xwe hildigre. Di vî warî de berpirsiyarî dikeve li ser milê hemûyan. Divê em ji perspektîveke ku ne tenê li benda hikûmet an dewletê ye, pêşeroja xwe bi xwe ava dike, lê binêrin. Pêwîste di vê pêvajoyê de em wek gelê Kurd, bi awayekî rêxistinkirî, berxwedêr û cidîtir bixebitin û li kêleka hev bisekinin. Divê li aliyekî yekîtiya neteweyî ya Kurd bê mîsogerkirin û li aliyê din jî ji bo serkeftina pêvajoyê, tifaq û diyalogek xurt a bi gelê Tirkiyeyê re girîng e. Erkekî mezin dikeve li ser milê hemûyan. Em ê bijîn û bibînin.”