Sebahat Tuncel: Me hêza xwe ji mafdariya xwe girt

Siyasetmedar Sebahat Tuncel a piştî 8 salan ji Doza Kobanê tehliye bû, wiha got: “Me di vê pêvajoyê de hêza xwe ji mafdariya xwe girt. Biryara ku di vê dozê de hat girtin, hê di merheleya ewil de ye, wê pêvajo berdewam bike.”

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Sebahat Tuncel, di roja 4'ê Mijdara 2016'an de li Amedê hatibû binçavkirin û hatibû girtin, di danişîna biryarê ya Doza Kumpasê ya Kobanê ku 16’ê Gulanê hat dîtin de, bi sûcdariya “endamtiya rêxistinê” 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û tehliye bû. Sebahat Tuncel, tevî siyasetmedarên din ên hatin berdan Gultan Kişanak û Ayla Akat Ata re di 20'ê Gulanê de li Amedê bi gel re hev civiya, ji ajansa me re axivî.

Sebahat Tuncel, destnîşan kir ku Doza Kobanê ji aliyê hemû kesan ve tê zanîn û bi îro re ne sînorkirî ye, parçeyek ji operasyona qirkirina siyasî ya li dijî Kurdan e û diyar kir ku ev dosya encama siyaseta bêçareseriya polîtîkaya Kurd a AKP’ê ye, ji bo mudaxeleya li qada siyaseta demokratîk hate vekirin. Sebahat Tuncel, destnîşan kir ku piştî 6 salan parvekirinek medyaya dîjîtal a ji bo piştgiriya bi Kobanê re hatiye kirin, weke mijara doze nîşan dane, ev bêhiqûqî ye û bal kişand ku bi vê doze diyar bûye ku li gorî makezogana welat tevnagerin.

'Ev dozeke siyasî ye’

Sebahat Tuncel, da zanîn ku darizandinek hem li dijî MYK’ê ya HDP’ê û hem jî li dijî têkoşîna hevpar a Kurd û Tirkan e û wiha got: “Wê demê pêvajoya darizandina TJA’yê hebû. Hemû xebatên me yên di qada siyaseta demokratîk, jin û ekolojiyê de bûn mijara darizandinê. Ji vir tê fêmkirin ku ev dozeke siyasî ye û doz li siyasetê hatiye vekirin. Biryara ku hat dayîn vê yekê careke din derxist holê. Me li salonên dadgehê jî heman tişt parast û vegot. Pirsgirêka Kurd pirsgirekek bingehîn e û çareserkirina vê pirsgirêkê ya bi diyalog û danûstandinê armanca me ya esasî ye. Em ji bo vê yekê de dixebitin û ji vir siyasetê dikin. Derket holê ku gotinên me yên têkildarî siyaseta neçaseriya Kurd çiqas mafdar in. Me vê demê jî Tirkiyeyê hişyar kiribû û gotibû ‘ger hûn dest bi pêvajoya muzakereyê nekin, wê Tirkiye bikeve qeyraneke mezin.' Dema em lê mêze dikin, qeyrana ku tê jiyîn dibînin. Îro rastiya ku di bin kûrbûna qeyrana aborî û siyasî ya welat de veşartiye pirsgirêka Kurd e.”

‘Ev pirsgirêka nenaskirina hebûna hemwelatîbûn maf û azadiyê ye’

Sebahat Tuncel, diyar kir ku divê raya giştî ya Tirkiyeyê jî vê yekê bibîne û da zanîn ku girtîgeh û salonên dadgehê ji bo wan ne mekanên nû ne. Sebahat Tuncel, diyar kir ku fikra hevpar a bi hezaran girtiyên di girtîgehan de jî çareseriya pirsgirêka Kurd e û destnîşan kir ku pirsgirêka bingehîn, pirgirêka nenaskirina hebûna gelê Kurd a, li Tirkiyeyê nayê nîqaşkirin e. Sebahat Tuncel got: "Yên ku hebûna wan nîn e, pêşeroja wan jî nîn e. Ger hebûna miletek tunebe, tu wateya daxwazên ziman, çand û nasnameya wan jî nîn e. Jixwe hikûmeta AKP’ê vê yekê dike û hebûna Kurdan nas nake. Naskirina hebûna, tê wateya naskirina maf û azadiyan. Divê ev yek bê dîtin. Ji ber ku di pirsgirêka Kurd de hebûna Kurdan nas nakin, ji Kurdan re mafên makezagon û hiqûqî nayên naskirin. Sedema ku îro li Tirkiyeyê ne makezagon û ne jî hiqûqa navneteweyî nayê pêkanîn jî ev yek e. Ji ber ku Kurd ji hemwelatîbûnê hatine derxistin û weke hemwelatî nayên dîtin. Ji ber ku hemwelatî nayên dîtin, nikarim mafên xwe yên hemwelatîbûnê bi kar bînin. Divê em vê yekê bibînin. Ev pirsgirêkek hemwelatîbûnê, maf, azadî û nenaskirina hebûna wan e. Mafê naskirina hebûnê jî heye. Ger behsa terorê bê kirin, terora rast xespkirina van mafan e.”

‘Me hêza xwe ji mafdariya xwe girt’

Sebahat Tuncel, diyar kir bi biryara di danişînê de hat dayîn re tê xwestin hevgirtin bê cezakirin û wiha got: “Me di vê pêvajoyê de hêza xwe ji mafdariya xwe girt. Girtina cezayên giran a hevalên me, tê wateya cezakirina hevgirtinê. Ev li dijî nêzîkatiyek naskirina gelê Kurd e. Tê wê wateyê ku nêzîkatiya stratejîk a Tirkiyeyê ya li hemberî pirsgirêka Kurd neguheriye. Lê ev nayê vê wateyê ku neguhere. Ya ku biguhere ne hikûmet û dewlet e, têkoşîna me ye. Dema em li têkoşîna hemû gelên bindest ên di dîrokê de dinêrin, em mafdariya gotina ‘Maf nayê xwestin, tê girtin' dibînin. Têkoşîna aştiyê jî wisa ye. Hikûmet dema ku gotina aştî dibihîse, tasfiyeyê ferz dike lê dema em dibêjin aştî, em dixwazin hebûna me bikeve min temînatê û mafên me yên hemwelatîbûnê bên temsîlkirin. Weke ku min got ev pêvajoyek e, em ê hemû bi hev re vê pêvajoyê bi awayekî berfireh binirxînin.”

Sebahat Tuncel, destnîşan kir ku pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê dest pê kir, îro li hemû girtîgehan belav bûye û diyar kir ku dema di girtîgehê de bûn ji ber tecrîdê nikaribûn ji derve agahiyan bigrin û ji bo fêmkirina pirsgirêk û siyaseta heyî pêwîstiya wan bi demek kurt heye.

‘Bihîstina dengê li girtîgehan gelek girîng e’

Sebahat Tuncel, bal kişand ser pirsgirêka girtîgehan û destnîşan kir ku girtîgeh, tenê veguherîne pirsgirêka malbatên girtiyan lê pêwîst e pirsgirêka girtîgehan bi awayekî berfireh bê destgirtin. Sebahat Tuncel, wiha axivî:

“Tenêhiştina malbatên girtiyan pirsgirêkeke cidî ye. Li girtîgehan niha têkoşînek heye. Piştî grevên birçîbûnê, ev rewş piştî 4’ê Nîsanê gihîşt qonaxeke din. Bila ji bo aştiyê rê vebe, ji bo şikandina tecrîda Îmraliyê girtî çalakiyan li dar dixin. Ev ne rewşek hema wisa ye, dema ev tenê bi girtîgehan re bi sînor bimîne, wê encama tê xwestin neyê girtin. Ji bo vê ji bo jî bihîstina dengê li girtîgehan, gelek giringe. Li Tirkiyeyê mirov bi azadî fikrên xwe naynin ziman, komara tirsê hatiye avakirin. Ji bo şikandina vê jî wê bi mezinkirina hevgirtinê û dengdayîna deng çêbibe. Divê em riyên ku vê bikin bibînin.”

‘Pêşîgirtina li azadiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye’

Sebahat Tuncel da zanîn ku li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde ne, di destpêkê de girtiyên ku divê werin tehliyekirin û nayên tehliyekirin hene û wiha got: “Mînak hevala me Jiyan Ateş ku em bi hev re man, ev 2 sal in, tevî ku cezayê wê qediyaye jî nayê berdan. Di vê pêvajoyê de bavê xwe winda kir. Hevalên ku ev 30 sal in li girtîgehan û li benda tehliyeyê ne hene. Ev rewşeke ku neyê qebûlkirin e. Rojek jî xesbkirina azadiyê sûcê li dijî mirovahiyê ye. Me ev bir cihên fermî. Li vê derê Lijneyên Çavdêriya Îdarî ji derveyî armanca xwe kar dikin, weke dadgehek nû tê nirxandin. Ev qural xwe dixe cihê koma tendirustiyê, bi her pirsgirêkên girtîgehê re eleqeder dibe. Ev mekanîzmayek ecêb e hem hiqûqî û hem jî di aliyê mafên mirovan de divê ev were guherîn. Heta ev neyê guherîn, li Tirkiyeyê demokasî çênabe.”

‘Girtî ji nava çar dîwaran derbas dibin divê ev yek li derve were dîtin’

Sebahat Tuncel bal kişand ku dema di girtîgehan de rewş were dîtin, wê demokrasiya li Tirkiyeyê were dîtin û got: “Hûn ji derve wê gelek nabînin lê belê cihê bi zelalî dewlet xwe lê dibîne girtîgeh in. Her pêkanîna ji derve xwe bi awayekî din derdixe holê. Li wê derê pirsgirêk ne tenê çar dîwar e, girtî wan sînorên çar dîwaran derbas dikin. Divê ku ev têkoşîn û motivasyona li girtîgehan li derve were dîtin. Me havalên xwe hiştin û em derketin lê em wan ji bîr nakin. Divê em hevalên xwe ji bîr nekin.”