Sebahat Tuncel: Bi zêdebûna êrîşên nijatperest re êrîş ser me jî zêdebûne
Sebahat Tuncel a li Girtîgeha Kandirayê dimîne anî ziman ku êrîşên nîjatperest ên demê dawî zêdebûne, li ser wan jî zêdetir bûne, ji ber binpêkirinên mafan banga hestyariyê kir.
Enqere - Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sebahat Tuncel a li Girtgîeha Kandiranê tê ragirtin, di hevdîtina bi parêzerên xwe re bal kişand ser binpêkirinên li girtîgehan. Sabahat Tuncel di hevdîtinê de destnîşan kir ku ji 28’ê Tîrmehê û vir ve di her hejmartina sibeh û şevê de davêjin ser qawîşan û vê yekê bi sîstematîk didomînin.
“Em rastî şidetê tên”
Sebahat Tuncel got: “7’ê Tebaxê li hember mehmûrên hewl didin provakasyonan bikin, nerazîbûn hate nîşandian, dema bêhnvedana derve zorî bikar anîn û em xistine qawîşan. Êrîşên nîjatperest ên demê dawî zêdebûne, bi heman awayî êrîş li ser me jî zêdetir bûne, ji ber binpêkirinên mafan em banga hestyariyê li peyîwendîdaran dikin. Şidet li hemberî me hatiye bikaranîn, di vî warî de nameya ku ji bo Wezareta Edaletê hatiye şandin jî, hatiye desteserkirin. Emê li dozgeriyê gilî bikin.”