Sebahat Tuncel: Berxwedana Wanê ji bo rawestandina desthilatê destpêk e

Siyasetmedara girtî Sebahat Tuncel diyar kir ku pêkanînên rejîma qeyûm û tecrîdê ne tenê gelê Kurd hemû gelên Tirkiye tengav kiriye û got: “Dema rawestandina vê yekê hatiye, berxwedana Wanê ji bo vê destpêk e.”

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya berê Sebahat Tuncel, li ser navê jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Sîncanê, derbarê hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê de peyamek ji JINNEWS'ê re şand.

Sebahat Tuncel di peyama xwe de diyar kir ku polîtîkaya qeyûm ya dewletê li Kurdistanê careke din têk çûye û wiha got: “Îrade û berxwedana gel bi dewletê gav paşve da avêtin. Di serî de berxwedana gelê me yê Wanê pîroz dikim û piştevaniya gelên li Kurdistan, Tirkiye û saziyên sivîl bi gelê me yê Wanê re pîroz dikim. Ez heskirin û rêzdariya xwe pêşkêşî wan dikim.”

‘Dema rawestandina vê yekê hatiye’

Sebahat Tuncel da zanîn ku ev têkoşîn û berxwedana hevpar wê  rê li ber demokrasî û azadiyê veke û got: “Ji sala 2015’an û vir ve, tundî û polîtîkaya bi darê zorê ya sîstematîk, rejîma qeyûm û tecrîdê ne tenê gelê Kurd hemû gelên Tirkiyeyê tengav kiriye. Êdî dema rawestandina vê yekê hatiye, berxwedana Wanê ji bo vê destpêk e.” Sebahat Tuncel di peyama xwe de destnîşan kir ku divê rêz li îradeya gel bê girtin û wiha got: “Bi vê minasebetê serkeftina DEM Partî ya di hilbijartinan de pîroz dikim û serkeftinê ji hevşaredar û endamên meclîsên me yên hatin hilbijartin re dixwazim.”

Banga ‘deng bidin dengê li girtîgehan’ bilind dibe

Sebahat Tuncel di berdewamiya peyama xwe de derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd ku di 27’ê Mijdarê de hatibû destpê kirin û derbasî qonaxek nû bû de ev nirxandin kir:

“Her wiha berxwedan û têkoşîna ku li girtîgehan berdewam dike, veguheriye qonaxeke din. Em weke jin li Girtîgeha Sîncanê ketin pêvajoyeke nû ya çalakiyan. Ji bo dawî li pergala îşkenceya Îmraliyê bê anîn û ji bo şert û mercên tenduristî, ewlehî û azadiya birêz Ocalan, emê ne vekirî û ne jî girtî dernekevin hevdîtin û dadgehan. Her wiha em ê mafê axaftina bi telefonê bi kar neynin. Em bang li raya giştî ya demokratîk a Tirkiyeyê bi taybetî jî gelê Kurd dikin ku dengê li girtîgehan bibihîzin û ew jî bibin dengê ji girtîgehan bilind dibe û bi hev re rê li ber aştî û azadiyê vekin. Ez Cejna Remezanê li gelê me pîroz dikim."