Seba Kurdfişarî bi demkî hat berdan

Êvara 11’ê Tebaxê, çalakvana medenî Seba Kurdfişarî bi şertê di bin kontrola edlî ji girtîgeha Qerçik hat berdan.

Navenda Nûçeyan- Li gorî Medyaya Mafên Mirovan, Seba Kurdfişarî ya çalakvana medenî li girtîgeha Qerçik dihat girtin, di 11’ê Tebaxê de ji ber ku testa wê ya coronayê pozîtiv derket, ji bo 15 rojan hat berdan.
Di 3’ê Nîsana îsal de Seba Kurdfişarî ya çalakvana medenî bi hinceta ku li dijî hîcabên bi zorê ye, hat girtin û bi kefaret hat berdan. Lê belê piştî hefteyek di 10’ê Nîsanê de ew birine girtîgeha Qerçik a Urmiyeyê. Niha jî ji ber vîrusa coronayê ketiye bi demkî hat berdan.