Sê mehên din hevdîtina malbatê li Abdullah Ocalan hate qedexekirin

Bi hinceta "cezayê disiplînê" 3 meh din jî cezayê hevdîtina malbatê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate qedexekirin ku ev 38 meh e tu agahî jê nayê girtin.

Navenda Nûçeyan – Li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmraliyê de û ev 38 mehe tu agahî ji wan nayê girtin 3 mehên din jî qedexekirina hevdîtinê hat birîn.

Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, serlêdana parêzeran û malbatan a ji bo hevdîtinê bersivand. Dadgeriyê diyar kir ku di 28'ê Adarê de Serokatiya Lijneya Disiplînê "cezayê disiplînê" li Abdullah Ocalan biriye. Hat hînkirin ku biryara di 12'ê nîsanê de teqez bûye.

Parêzeran ragihand ku pêvajo bêyî wan hatiye meşandin û di 26'ê Nîsanê de serlêdan kirine ku biryar tevî dosye û delîlan radestî wan bê kirin. Lê belê serlêdana wan hat redkirin. Her wiha îtiraza parêzeran a ji bo biryara "cezayê disiplînê" jî hat redkirin.

 Ev 38 mehe bi tu awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û her sê girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê nayê girtin.