Sê jinên rojnameger dibin tundiyê denin!

Li ser rojnamegeran tundiya darazê didome. Rojnamegerên bi navê Melis Alphan, Seroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat ê Dîcle Muftuoglu û Pinar Gayip ji yên di lîsteya yên talokedenin. Koalisyona Rojnamegerên Jin daxwaz kirin ku dawî li tundiya ser çapemeniyê bê.

 
Navenda Nûçeyan – Li Tirkiyê di nava 24 saetan de 3 jinên rojnameger bi tundiyê re ru bi ru man. Bi gunehbariya terorê di saetên serê sibê de yek ji wan ji malê girtin binçavan.
Rojnameger Melis Alphan ji ber di medyaya civakî de wêneyên Newroza Amedê ya 2015’an parkiriye bi hinceta “propagandaya terorê dike” 7,5 ceza jê tê xwestin. Di derbarê Seroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firat ê Dîcle Muftuoglu de jî ji ber nûçeyên parkirine bi hinceta propagandaya terorê kiriye doz lê hat vekirin. Nûçegihana ETHA ya ofîsa Stenbolê Pinar Gayip jî serê sibê bi serdegirtina polîsan a ser malê de hat binçavkirin. 
Koalisyona Jinên Rojnameger girêdayî mijarê daxuyanî da û got: “Em daxwazê ji peyîwendîdaran dikin tundiya ser çapemeniyê bidin rawestandin. Ti rojnameger nikare ji ber parkirinên xwe yên ser hesabê xwe yê mediyaya civakî bê darezandin. Em daxwazê ji peyîwendîdarên Tirkiyê dikin bi rêz nêzî rojnamegeran bibin. Rojnameger bêdeng nabin.”