Saziyên navneteweyî li hember mafên jinan xemsar in
Endama Meclisa Aboriya Civakî û Jinê ya Minbicê Zelîha Îbrahîm diyar kir ku Peymana CEDAW û biryara 1325'an tenê ji bo nîşandayînê ye û got: "Saziyên navneteweyî li hemberî binpêkirinên mafên jinan xemsar in."
SÎLVA EL-ÎBRAHÎM
Minbic – Tundiya li dijî jinê, ji ber kêmasiyên zagonên ku jinan diparêzin û cuddakariya zayendiya civakî her roj diçe li qelek welatan zêde dibe. Endama Aboriya Civakî û Meclîsa Jinê ya Kantona Minbicê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zelîha Îbrahîm bal kişand ser şêwazên tundiya li ser jinan û got ku newekheviya zayendî tundiyê kûrtir dike. Zelîha Îbrahîm diyar kir ku hevpeymanên navneteweyî li hember tundiyê tenê li ser kaxezê dimîne û got ku di civakê de malbat jî tundiyê rewa dikin. Zelîha Îbrahîm di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di tundiya li dijî jinê de cureyên mîna derûnî, zayendî, siyasî, sîber, civakî û bi devkî heye. Her wiha diyar kir ku ev cûreyên tundiyê li ser jin û civakê bandorên neyînî çêdike.
Armanca tundiya dîjîtal
Zelîha Îbrahîm diyar kir ku bi taybet tundiya dîjîtal li ser jinê pir bandor dike û wiha axaftina xwe domand. “Jinên ku di civak, siyaset û qadên xizmetguzariyê de pêşengtî dikin, di medyaya dîjîtal de rastî bêbextî û heqaretan tên. Tê armanc kirin ku ev rewş baweriya cewherî ya jinan di civakê de bişkîne û ji mekanîzmayan dûr bixe.”
Bi rêya dîjîtal medyayê tên tehdît kirin
Zelîha Îbrahîm got ku tundiyên bi vî şeklî armanc dikin ku jinan ji civakê dûr bixînin û wiha pê de çû: “Em dikarin ev êrîşên ku li dijî jinan tên kirin wek şerê teybet bi nav bikin.” Zelîha Îbrahîm amaje bi vê yekê kir ku piştî jinên ciwan di dîjîtal medya de têkîliyên hestiyar ava dikin rastî tehdît û zextan tên. Zelîha Îbrahîm got ku divê malbat zarokên xwe di vê mijarê de agahdar bikin.”
Girîngiya hişyariya civakê
Zelîha Îbrahîm di berdewamiya axaftinên xwe de balkişand hişyariya tundiya li dijî jinê û wiha pêl da gotinên xwe: “Dibe ku zagon bûyerên tundiyê sivik dikin, lê ne gengaz e ku hemû cûreyên tundiyê ji holê rake. Ji ber vê yekê ji bo ku jin xwe biparêzin divê girîngî bidin hişyarî û perwerdeyê.”
Modela malbatê tundiyê kûrtir dike
Zelîha Îbrahîm der barê têkoşîna li dijî tundiya zayendî de axivî û diyar kir ku malbat newekheviya zayendî di civakê de kûrtir dike. Diyar kir ku bi dayîna rolên ên kur, malbat tundiya li ser jinan rewa dikin û dibin sedem ku jin weke bindest û lawaz were pênasekirin. Zelîha Îbrahîm diyar kir ku divê malbat zarokên xwe dûrî cudakariya zayendî bi awayekî wekhev û adil mezin bikin.
Jinan rastî tundiya siyasî tên
Zelîha Îbrahîm anî ziman ku jinên rojnamevan, çalakvan û siyastmedar rastî tundiyê tên û wiha axivî: “Tundiya siyasî li Sûriyeyê, Tirkiyê û Îranê zêde ye. Mînak di hikumeta Şamê de jin di qada siyasetê de kêm in û tenê sembolîk in. Ev nîşan dide ku mafê jinan tune tê hesibandin. Her wiha li Îranê siyasetmedar û rojnamevan parêzvanên mafê mirovan rastî binpêkirina mafan tên. Rastî girtin û cezayê darvekirinê tên. Bi eynê şeklî jinên li herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastî êrîşên dewleta Tirk tên."
'Saziyên navneteweyî li hemberî mafên jinan xemsar in'
Zelîha Îbrahîm diyar kir ku hevpeyman û biryarên navneteweyî bi mebesta beşdarbûna jinan di jiyana siyasî de ne û got: "Peymana CEDAW'ê û biryara hejmar 1325'an tevlîbûna jinan di pêvajoyên biryargirtinê û parastina mexdûrên tundiyê de hatiye pêşbînîkirin. Lê belê ev biryar bi piranî tenê li ser kaxezê dimîne. Saziyên navneteweyî li hemberî binpêkirinên mafên jinan ên li Îran, Iraq û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xemsar in.”
Zelîha Îbrahîm di dawiyê de bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo pêkanîna bi bandor a van zagonan têkoşînê mezin bikin û wiha got: "Divê em bi têkoşînê pêkanîna van zagonan misoger bikin. Pêwîste civaka navneteweyî çavên xwe ji tawanên ku li dijî me tên kirin re negire û divê em xwe biparêzin."