Saziyên çapemeniyê bang dikin ku li dijî Îsraîlê cezayan bisepîne

60 saziyên çapemenî û mafên mirovan ku RSF jî di nav de ye, ji YE’yê xwestin ku peymana hevkarîya bazirganî ya bi Îsraîlê re ku rojnamevanên li Xezayê hedef digre, rawestîne û li ser kesên ku mafan binpê dikin cezayan bisepîne.

Navenda Nûçeyan- Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir. Di nameyekê de ku ji aliyê 60 saziyên çapemenî û mafên mirovan ve hatiye îmzekirin, bang li YE’yê hate kirin ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve ji ber “hejmareke nedîtî ya mirina rojnamegeran û binpêkirina azadiya çapemeniyê” li dijî Îsraîlê bikeve tevgerê

Di nameya ku ji Nûnerê Bilind ê Karên Derve û Polîtîkayên Ewlehiyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borrell re hat şandin, beriya civîna bilind a wezîrên derve yên welatên Yekîtiya Ewropayê yên li Brukselê, hat gotin ku "Mirin û binpêkirinên azadiya çapemeniyê ji aliyê Îsraîlê ve tên binpêkirin." erkên wê yên mafên mirovan û hiqûqa mirovî ya navneteweyî binpêkirina peymana Yekitiya YE-Îsraîl e." Hat diyarkirin ku ji bo vê yekê divê berpirsyarî were rakirin li hemberî berpirsyaran ceza bên sepandin.

Ji bo pêbaweriya YE’yê gaveke girîng e

Seroka Ofîsa RSF'ê ya Brukselê Julie Majerczak di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li dijî Îsraîl'ê divê ji gotinan wêdetir çalakî bên kirin. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku peymana hevkariyê ya Yekîtiya Ewropayê ya bi welatên ne endam re li ser esasê hurmeta mafên mirovan û prensîbên demokratîk hatiye avakirin û hat destnîşankirin ku Îsraîl bi eşkere ev yek binpê kiriye. Di daxuyaniyê de her wiha hate diyarkirin ku avêtina pêngavê ji bo “pêbaweriya” YE’yê girîng e. 

Hejmara rojnamegerên ku li Zîvala Xezayê ya ku Îsraîlê ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve êrîşên xwe didomîne jiyana xwe ji dest dan herî dawî 169 bû.