Saziya Perwerdeya Şengalê roja zimanê Kurdî pîroz kir

Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şengalê bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û got: “ziman hebûn û nasnameya civakê ye.”

Navenda Nûçeyan- Saziya Ziman û Perwerdeya Civaka Demokratîk a Şengalê li Dibistana Xerbat Qewala bi daxuyaniyekê cejna Zimanê Kurdî pîroz kir. Daxuyanî ji aliyê mamostaya zimanê Kurdî Xalîda Şengalî ve hate dayîn.

 Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:  “Ziman çand û heqîqeta civakê ye, ziman hebûn û nasnameya civakê ye. Dema mijar dibe çand û ziman bingehê civakê tê famkirin, ji ber ku tu civak bê ziman û çand nabe. Zimanê mirov heqîqeta mirov e, ji bo wê berpirsiyariya me hemûyan ewe ku em li ziman û çanda xwe xwedî derbikevin. Ziman çalakiya mirov a bingehîn e, ji ber ger em bi zimanê xwe binivîsin, bixwînin û biaxivin wê demê em ê çand û zimanê xwe nas bikin. Ziman stûna bingehîn a civakê ye. 15'ê Gulanê ji bo zimanê Kurdî rojekî taybet û girîng e. Ji ber ziman bi her alfebeyê tê bikaranîn, her alfebe jî taybetiyek a wê heye. Lê di nava van alfebeya de alfebeya herî kêrhatî û dewlemend alfebeya Latînî ye.

‘Em hebûn û nasnameya xwe bi parêzin’

15'ê Gulanê roja zimanê Kurdî ye. Em wek saziya Perwerdeyê ya Şengalê vê rojê pîroz dikin û dibêjin em xwedî li ziman û hebûna xwe derbikevin. Ji ber ziman kelha herî asê ya parastina mirovan e. Her zimanek, dîrokek, çandek û wêjeya civakekê dide pênasekirin. Li zimanê xwe xwedî derketin li çanda xwe xwedî derketine. Em bi zimanê xwe binivîsin û biaxivin da ku em rastiya xwe ji bîr nekin. Ji ber zimanê me heqîqeta me ye. Careke din em weke saziya perwerdeya civaka demokratîk a Şengalê vê rojê pîroz dikin. Em hebûn û nasnameya xwe bi parêzin.”