Save the Children: Li Xezayê 17 hezar zarok winda ne

Save the Children ragihand ku li Xezayê 17 hezar zarok winda ne û nêzî 4 hezar zarok jî di bin xirbeyan de, di gorên komî yan jî gorên bêkesan de ne.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina sivîl a navneteweyî Save the Children ku navenda wê li Îngîltere ye, têkildarî zarokên li Xezayê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber êrişên Îsraîlê yên li ser Refah a li başûrê Xezayê hêjmara zarokên ku ji malbatên xwe qût dibin zêde bûye û kesên ku zarokên bêparastin diparêzin di bin zextê de ne.

17 hezar zarok winda ne, 4 hezar zarok jî di gorên bêkesan de ne

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku li Xezayê nêzî 17 hezar zarok ji malbatên xwe hatine veqetandin an jî bêkes hatine windakirin û hat gotin ku nêzî 4 hezar zarok jî di bin xirbeyan de, di gorên komî û gorên bêkesan de ne. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêjmareke nediyar zarok hatine binçavkirin û dibe ku ji Xezayê hatibin derxistin.

Nîvê zarokên ku jiyana xwe ji dest dane, nayê zanîn kî ne

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku cenazeyên kesên ku di dema êrişên Îsraîlê de di bin xirbeyan de mane yan jî di konan de şewitîne, nayên naskirin û tespîtkirina nasnameyan jî zehmet bûye. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê di êrişên Îsraîlê de zêdetirî 15 hezar zarok jiyana xwe ji dest dane û hat destnîşankirin ku nasnameya nîvê van zarokan nehatine tespîtkirin.

Di zarokên gorên komî de şopên îşkenceyan

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li zarokên ku di gorên komî de hatine definkirin de şopên îşkenceyê hene û wiha hat gotin: “Ji 9’ê Hezîranê û vir ve nêzî 250 zarokên Şerîeya Rojava di bin sîstema binçavkirina Îsraîlê de winda ne. Ji ber qedexeyên serdanên ku di Cotmehê de hatine ferz kirin, malbatên wan ne di rewşekê de ne ku cih û rewşa tenduristiya zarokên xwe bizanibin.”

‘Nezanîna aqûbeta hezkiriyên xwe ji bo malbatan îşkence ye’

Dîrektorê Herêma Rojhilata Navîn a Save the Children Jeremy Stoner ku nirxandinên wî di daxuyaniyê de cih girt got: “Nezanîna aqûbeta hezkiriyên xwe ji bo malbatan îşkence ye. Divê tu dê û bav neçar nemînin ku di bin xirbe û gorên komî de li zarokên xwe bigerin. Divê tu zarok li herêma şer bi tenê û bêparastin nemîne.” Jeremy Stoner bi bîr xist ku metirsiya li ser zarokên dijîn û winda berdewam dike û Xezayê şiband “goristana zarokan”.

Banga agirbesta lezgîn

Jeremy Stoner got: “Divê qeydên zarokên hatin qetilkirin bên girtin, malbat bên agahdarkirin, rêz li merasîmên cenazeyan bê girtin û hesab bê pirsîn.” Herwiha teqez kir ku divê zarokên winda bên dîtin, eger sax in bila bi malbatên xwe re bên gel hev û banga agirbesta lezgîn kir.

‘Her roj em bêtir zarokên bêkes dibînin’

Di daxuyaniyê de îfadeyên pisporê parastina zarokan yê Save the Children ku li Xezayê dixebite jî cih girt. Pisporê parastina zarokan got: “Her roj em bêtir zarokên bêkes dibînin û piştgirîkirina wan zehmettir dibe. Em hewl didin zarokên bêkes bi hevalkarên xwe re nas bikin û şopa malbatên wan bişopînin, lê cihekî ewle nîne ku em karibin wan biparêzin. Li Xezayê cihekî ewle nîne.” Pisporê parastina zarokan bal kişand ser zehmetiya hevgirtina malbatên ku ji ber êrişên Îsraîlê timî koç dikin û wiha got: “Xizm û cîranên ku xwedî li zarokan jî derdikevin jî bi zehmetî hewcedariyên wan ên herî bingehîn ên wek kon û avê peyda dikin. Gelek zarok bi biyaniyan re an jî tenê ne. Ev jî dibe sedem ku metirsiya wan a li rastî tundî û îstîmarê hatinê zêde bibe.”