Sara Reza: Dewleta Iraq û PDK berpirsê êrişan e

Endama Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdistanê Sara Reza diyarkir ku berpirsê van êrişan hikumeta Iraq û desthilata herêma Kurdistanê ye û got: “Divê li dijî van êrişan hemû kes bibin xwedî helwest.”

HÊLÎN EHMED

Silêmanî- Dewleta Tirk di 23’ê Tebaxê di saetên nîvroyê de li navçeya Seyîdsadiqa Silêmaniyê, wesayîda rojnamevanan kir hedef. Di encama êrişê de rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn jiyana xwe ji dest dan û 6 rojnamevan jî birîndar bûn. Nerazîbûnên li dijî êrişên dewleta Tirk her ku diçe zêde dibe. 

‘Xeta îxanetê li başûrê Kurdistan rojnamevan û çapemeniya azad dike hedef’

Endama Tevgera Azadî ya Komeleya Kurdistanê Sara Reza diyarkir ku dewleta Tirk hertim hewl dide çand û xwezaya Kurdistanê tune bike û gelê Kurd qir bike û wiha got: “Dewleta dagirker ya Tirk nêzî 40-50 kîlometre xaka herêma Kurdistanê dagirkiriye. Dewleta Tirk ji dervayî xaka Iraqê, bi hêsanî di nava xaka Iraq û herêma Kurdistanê  dronên xwe radike û xelkê sivîl di nava bajaran de dike hedef.  Ew mirovên ku bi pênûsa xwe der barê azadiyê de dinivîsin û hewla azadbûnê didin dikin hedef û şehîd dixin.”

‘Hedefgirtina rojnamevanên jin bi destê îxaneta PDK pêk hat’

Sara Reza da zanîn ku dewleta Tirk hemwelatiyên sîvîl dike hedef û wiha dom kir: “Weke hemû caran dewleta dagirker ya Tirk li başûrê Kurdistanê hemwelatiyên sîvîl dike hedef. Di dîroka 23’ê Tebaxê de dewleta Tirk du jinên rojnamevan Gulistan Tara û Hêro Behadîn kirin hedef. Ev êrîşa li ser çapemenî û rojnamevanên azad bi destê îxaneta li başûrê Kurdistanê hate pêkanîn. Xeta îxanetê ku PDK ye, destê wê di tevahî êrişên dewleta dagirker ya Tirk de ye. Hikumeta Iraq û desthilata herêma Kurdistanê berpirsê van êrişane.”

‘Divê hemû kes bibin xwedî helwest’

Sara Reza di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Dewleta dagirker ya Tirk Hêro û Gulistan şehîd  kirin. Lê belê bi sedan Hêro û Gulistan ji dayik bûne. Metirsiyek mezin li ser xaka herêma Kurdistanê heye. Divê hemwelatî vê rewşê ji bo hikumet û deshilatê qebul nekin.  Bêdengiya hemwelatiyan rê ji bo xeta îxanet û dagirkeriyê vedike. Divê tevahî gel û welatparêz li dijî van êrişan helwesta xwe nîşan bidin.”