Sara Hogir Riha û Bişeng Brûsk li Mexmûrê hatin bibîranîn

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalên Ciwan Sara Hogir Riha bi merasîmekê hatin bibîranîn.

Mexmûr - Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ji bo Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK’ê Bişeng Brûsk û Endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan- Komalên Ciwan Sara Hogir Riha merasîma bîranînê hat li darxistin.

Bîranîn li Saziya Malbatên Şehîdan bi tevlîbûna şêniyên wargehê û sedan xwandekaran bi deqeyek rêzgirtin destpêkir. Piştî rêzgirtinê nasnameyên cangoriyan hatin xwendin. Herwiha li ser têkoşîn û kesayeta Sara Hogir Riha û Bişeng Brûsk, Hevseroka Dîwana Meclîsa Gel Nudem Yaman axivî.

‘Emê meşaleya ku wan radestî me kirine berbi serkeftinê ve bibin’

Nudem Yaman diyar kir ku wek ciwan û jinên ciwan ên wargeha Mexmûrê ewê heta dawî li ser şopa cangoriyan bimeşin û wiha got: “Heval Bîşeng yek ji wan ciwanên ku li Ewrupa ji dayîk dibe û sîstema wir qebûl nake. Dilê wê ji bo azadiyê lê dide û tevlî şoreşê dibe. Heval Bîşeng her çar parçeyên Kurdistanê geriyaye û kesayetên hemu parçeyên Kurdistanê di hindirê xwede avakiriye û bi wê rih û coşa şoreşê tevlî nava refên gêrîla dibe. Heval Sara jî yek ji wan hevalên şoreşger ku dinava wargehê de di karê ciwanan de cihê xwe girt. Dibe ku hün hemü heval Sara nas dikin. Yek bi yek hatiye malên we hemüyan, jiyana we hemuyan dîtiye û di kesayeta xwe de mezin kiriye. Bi rih, kelecan û hestên tolhildanê dinava ciwanan de xebat meşandiye û erkê jê hatî xwestin di asta herî bilind de pêkaniye. Em jî wek gelê Mexmûrö, rêhevalên wê û ciwanên wargehê erkê ku dikeve ser milê me û meşaleya ku radestî me kirine berbi serkeftinê ve bibin.”

Bîranîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.