Samiye Sarihani Deştî a ku kurê wê hat qetilkirin ji kar hat derxistin

Samiye Sarihanî a ku kurê wê di dema serhildana “Jin, Jiyan, Azadî” de hat qetilkirin ragihand ku ji şîrketa alavên tibbî ya ku lê kar dikir hatiye derxistin.

Navenda Nûçeyan - Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi serhildana  “Jin, Jiyan, Azadî” re li hemu qadên jiyanê zexta li dijî jinan zêde bûn.

Di 16’ê Cotmeha 2022’an de, çalakvanê 22 salî Îrfan Sarihanî Deştî ku li Tehranê dijiya, di çalakiyên seranserî welat de winda bû û piştî 3 rojan cenazeyê wî li nêzîkî Ajroud hatibû dîtin.

Dayika Îrfan Sarihanî Deştî Samiye Sarihanî li ser hesabê xwe ya Instagramê ragihand ku ji kar hatiye derxistin û wiha got: “Ez îro ji şîrketa alavên tibbî hatim qewitandin. Sedema wê jî ew e ku we li ser Instagramê min dîtiye û naskiriye.”

Li Îranê malbataên ku tevlî serhildanê bûne; bi girtin, ji kar derxistin, ji dibistanê îhrackirin jî di nav de bi gelek binpêkirinan re rû bi rû dimînin.